Timamiya pêkhateya kabîneya nû a hikûmeta Kurdistanê
Li gor daxuyaniya çend çavkaniyên agehdar ên nava YNK û PDK’ê, nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Washingtonê Qubad Talabanî di kabîneya nû de dibe şêwirmendê bilind ê serokê hikûmetê yê karûbarên peywendiyên derve û civaka sivîl. Herwiha navê wezîrên nû yên kabîneya heftemîn jî hatin eşkere kirin.
Piştî guftûgo û danûstandinên domdirêj, biryara dawî li ser wezîrên kabîneya nû hat dayîn û tê çaverêkirin ku 04.04.201’an li parlamentoya Kurdistanê bê ragihandin.
Di kabîneya nû de PDK, 5 wezîrên xwe diguherîne, lê YNK tenê du wezîran diguherîne. Wezaretên derve ya PDK û YNK jî ji bilî wezareta ewqas, yên din wek xwe dimînin.
Li gor zanyariyên ku ketine destê Rûdawê, wezîrên PDK’ê evin; Wezîrê Navxwe Lîwa Ezîz Weysî, Wezîrê Serwetên Xwezayî Aştî Hewramî, Wezîrê Şaredarî û Tûrîzmê Dilşad Şehab, Wezîrê Plandanînê Elî Sindî, Wezîrê Perwerdeyê Îsmet Xalid, Wezîrê Dadê Rojan Dizeyî û Wezîrê Çadiniyê Dr. Sîrwan Baban.
Polîtboruya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) ji bo yek alîkirina wezîrên xwe yên di kabîneya nû de, roja 01.04.2012’an li Hewlêrê civiyan û biryara guhertina du wezîran girtin. Civîn bi awayê konferansa vîdyoyê hat sazkirin û Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî ji Bexda beşdar bû.
Cîgirê Serokê Hikûmeta bê yê Herêma Kurdistanê Îmad Ehmed derbarê lîsta dawî ya wezîrên YNK’ê de ji Rûdawê re got: “YNK’ê biryar girtiye ku tenê wezîrê xwendina bilind û tendirûstiyê biguherîne.”
Bi vî awayî 7 wezîrên YNK’ê jî evin; Wezîrê Pêşmergeyan Şêx Cafer Şêx Mistefa, Wezîrê Darayî û Aborî Bayîz Talabanî, Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan Aram Mihemed (Mamosta Aram), Wezîrê Avakirinê Kameran Ehmed, Wezîrê Xwendina Bilind Elî Seîd, Wezîra Karûbarên Civakî Asos Necîb û Wezîrê Tendirûstiyê Dr. Rêkeft Hemereşîd.
Duh Berpirsê Nivîsîngeha Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washington Qubad Talabanî li ser twitterê ragihand ku dest ji postê xwe berdaye. Tevî ku piştre wekî derewa 1’ê Nîsanê bi nav kir û ji çend kesan re jî ragihandibû ev yek wekî henega 1’ê Nîsanê belavkiribû. Lê li gor çavkaniyên agehdar ên YNK’ê û herwiha çavkaniyeke din a PDK’ê bo Rûdawê, Qubad Talabanî di kabîneya nû de di pileya wezîr de dibe şêwirmendê bilind ê serokê hikûmetê yê karûbarên peywendiyên derve û civaka sivîl û wê cîgirekê wî jî hebe.