7emîn pêşangeha navdewletî ya pirtûkan a Hewlêrê
7emîn pêşangeha navdewletî ya pirtûkan a Hewlêrê, bi beşdariya zêdetirî 350 weşanxane ji 15 welatên cîhanê hat vekirin. Weşanxaneya Aras jî bi zêdeitîr 500 navnîşanan beşdar bû.
7emîn pêşangeha navdewletî ya Hewlêrê, duhî 02.04.2012, bi amadebûna serokwezîrê berê yê herêma Kurdistanê, Berhem Salih, komek wezîr, nivîskar û rewşenbîrên kurd û ereb hat vekirin.
Di merasima vekirina pêşangehê de, Berhem Salih, axaftinek kir û got:
– vekirina pêşangehên wiha nîşan dide ku hemû cîhan girîngî didin Herêma Kurdistanê û bi taybet ku gelek nivîskar û rewşenbîrên ereb û weşanxaneyên cîhanê beşdar bûne.
Salih, diyar kir ku, tişta ku girîng e ew e ku asta xwendinê bi taybet gencên me zêde pirtûkan naxwînin, ji ber vê jî, vekirina pêşangehan dibe sedema wê ku çanda xwendinê di nav civaka Kurdistanê de pêş bikeve.
Berhem Salih, li dor rewşa niha ya Iraqê de jî got:
– – Rewşa Iraqê heta astekî aloz e û divê hemû aliyên siyasî bo başkirina vê rewşê kar bikin. Di 2 salên borî de gekek caran hat gotin ku kurd dixazin ji Iraqê veqetin. Kurd wek neteweyek mafê wî heye çarenûsa xwe diyar bike lê ez bêjim, kurd qet naxazin Iraq aloz bibe ji ber ku berjewendiyên kurdan di tenahiya Iraqê de ye.
Di merasimê de, parêzgarê Hewlêrê û hinek mêvanan jî axaftin kirin û hemûyan li ser girîngiya vekirina pêşangehên pirtûkan cext kirin.
Hat gotin, di pêşangeha doh ya Hewlêrê de, nêzîkî 2 milyon navnîşsnên kitêbsn hatine raxistin û dê pêşangeh 10 rojan bidome.