Polîtîk

7ê nîsanê hikûmeta nû tê ragehandin

Cîgirê serokê parlamentoya Kurdistanê Hesen Mihemed Sûre di daxuyaniyekê de  diyar kir ku, kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê dê  di7ê nîsana 2012ê dengê baweriyê ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ve wergire. 

Hesen Mihemed Sûre, ji AKnewsê re got, heta niha navê hemû wezîrên endamên kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê negihîştiye parlamentoyê:

Lê ji me re hatiye gotin ku navê hemû wezîran amade ye û dê roja 4ê nîsanê navê hemû endamên kabîneya heftem dê radestî parlamentoyê bê kirin.

 

Mihemed Sûre diyar kir ku, serokatiya parlamentoya Kurdistanê, 7ê nîsanê, roja şemiyê ji bo dengdana kabîneya nû destnîşan kiriye, ji ber wê jî parlamento dê roja şemiyê bo pesendkirina kabîneya nû bicive. 

Weke tê zanîn serokê Kurdistanê, Mesûd Barzanî, 2ê sibata 2012ê îstifaya serokwezîr Berhem Salih qebûl kiribû û 7ê adarê jî Nêçîrvan Barzanî û Îmad Ehemd bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê erkdar kiribû. 

Li gorî qanûnê, piştî erkdarkirinê di heyama 30 rojî de hikûmeta nû pêk bê. 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji 21 wezîran pêk tê ku 7 wezîr ser bi PDK û 7 jî ser bi YNK û yên din jî ser bi partî û bereyên din ên Kurdistanê ne.

 

 

Back to top button