Polîtîk

Aliyên opozisyonê deng nadin kabîneya nû

 

Li gor hindeke çavkaniyan, tê çaverêkirin ku sibe, roja sêşemiyê 03.04.2012ê, kabîneya nû a heftem a herêma kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî bê îlan kirin û sûnda qanûnî li parlamentoya Kurdistanê bixwe.

Nêçîrvan Barzanî û cîgirê wî Îmad Ehmed karûbarên pêkanîna kabîneya xwe bidawî anîne û ji bona wrgirtina baweriyê, sibê wê pêkhateya kabîneya heftem pêşkeşî parlamnetoya Kurdistanê bikin.

Aliyên opozisyon di daxuyaniyên xwe de didin xuyakirin ku di dema pirosesa dengdanê bi kabîneya nû, ew dê beşdarî  civîna parlamentoyê nebin û ji kabînaya nû a hikûmeta Kurdistanê re dengê xwe nedin.

Li gor NRT heta niha tevgera Goran bi fermî helwesta xwe eşkere nekiriye ka dê gengî bi kabîneya nû bidin yan na, lê çavkaniyekê ji Goranê daye xuya jirin ku ew weke Tevgera Goran ji bo pesindkirina kabîneya heftem dengê xwe nadin.

Heme Seîd Elî parlamenterê Yakgirtya Îslamiya Kurdistanê bi fermê helwestê Yekgirtu li hember kabîneya nû eşkere kir û got ku Yekgirtuya Îslamî beşdarî civîna pesindkirina kabîneya nû a hikûmeta Kurdistanê nabe û deng jê r enade.

Herwesa Mihemd Kerîm berdefkê Komeleya Îslamîya Kurdistanê jê got ku Komele deng ji bo pesindkirina kabîneya heftem a hikûmeta herêma Kurdistanê nade.

 

Back to top button