Terorîstên tirk ciwanekî Efrînê bi îşkenceyê şehîd kirin
Ciwanekî dinê Kurdê Efrînê, di bin îşkenceya hovane ya grûpên terorîstiyên ser bi rejîma tirkiyê ve hate şehîd kirin.
Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihandiye ku ciwanê Kurdê ji Efrînê bi navê Rifat Murad, ku berî du salan ji aliyê grûpên terorîstiyên tirkiyê ve hatibû revandin, piştî demekê bo zîndana bajaroka Raî li herêma Ezazê hatibû veguhastin, doh na pêr zîndaniyekî din malbata wî agahdar kirin ku Rifat di bin îşkenceya hovana ya terorîstan de hatiye şehîd kirin.
Li gor zanyariyan, Rifat Murad ji gundê Kurka yê navçeya Mabeta ye û berî 2 salan li nava bajarê Efrînê ji aliyê terorîstên tirk ve hatibû revandin.
Di dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa tirkiyê û grubên terorîstên tirkiyê ve, di 18ê Adara 2018an de, bi dehan xort, kalemêr û pîrejinên Kurd di bin îşkenceya wan terorîstan de hatine şehîd kirin.
Tenê di meha Nîsana bihûrî de, eve 4. kes e ku ji aliyê terorîstên ser bi tirkiyê ve tê kuştin, ku roja 18ê Nîsanê grûpên terorîstî bi navê Lîwaya Weqas li gundê Hêkiçê yê navçeya Cindirêsê pîrejina Kurd Fatima Îbrahîm Kinê ya 80 salî û roja 22 Nîsanê jî koçberên Ereb yên li Efrînê hatine bicihkirin jî kalemêr Elî Ehmed yê 74 salî di bin îşkenceyê de şehîd kiribûn.
Her wiha grûpa terorîstiya Desteya Tehrîr El Şamê (Bereya Nusra) jî ciwanê Efrînî yê 23 salî Betal Hesen Hesen piştî girtina nêzîkî 8 mehan, li Idlibê şehîd kiribûn.