Polîtîk
Peyamek ji Serok Barzanî
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke zêde ve îro pênçşem 30.04.2020 xanima Nî’metxana keça Hemeyê Evdirehman Axayê Silêmanî û xuşka xwedê jêrazî Nazdarxana Xanima xwedê jêrazî Kek Îdrîs, fermana xwedayê mezin bi cîh gihand û koça dawî kir.
Ji bilî spasiyên minên ji bo hemû xelkê Kurdistanê, ji ber sedema belavbûna şewba Korona û pabendbûna bi rêkarên Wezareta Tendirustî û bi navê parastina selametiya welatiyan, pirseya xwedê jêrazî Nî’metxan birêve naçê. Daxwaz dikim li malên xwe her kes bi dua û xwendina Fatîhe yê pirse û hevxemiya xwe derbibrin.
Xwedayê mezin xêr û padaşta hemû aliyek bide û xwedê jêrazî jî bi bihûşta fireh şad bike.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
30.04.2020