Civak
Dînarê nû yê iraqî dê bi zimanê kurdî jî be
Biryarderê Komîteya Aborî ya Parlamentoya Iraqê ragihand ku di dînarê nû yê iraqî de, di kêleka zimanê erebî de dê zimanê kurdî jî hebe û her wiha wêneyên şûnwarên Herêma Kurdistanê jî dê li ser hebe.
Mehma Xelîl ji AKnewsê re daxuyand ku pêkhateya dînarê nû yê iraqî û nemana 3 sifran, dê xisleteke aborî nû bide dînarî.
Xelîl bal kişand ku rêkeftinek digel 4 kompaniyên mezin ên dinyayê hatiye îmzekirin daku di destpêka sala bê de dînarê nû ji bo Iraqê çap bikin.
Xelîl aşkere kir ku dînarê nû li ser kaxez ji curên 200, 100, 50, 10 û 5 dînar pêk tê.
Dînarên hesin jî ji curên 2, 1 dînar û 250 filis pêk tê.
Xelîl ronî kir ku dînarê nû dê bi 3 zimanên kurdî, erebî û ingilîzî bê nivîsnadin.