Cangizbay: Yên ku li Qendîl in hevwelatî û birayên min in
Piştî pilana nû a hikûmeta Tirkiyeyê a ji bo çareserkirina pirsa kurdî li Tirkiyeyê hatiye eşkere kirin, bi awayên cuda ew pilan tê nirxandin. Profesor Kadir Cengîzbay, mamosteyê zanîngeha Gazî pilana nu a hikûmeta Anqereyê dinirxîne û dibêje ku, yên ku li Qendîlê çek li dijî hikûmeta Tirkiyeyê hilgirtiye hevwelatiyên Tirkiyeyê ne û nabe ji aliyê kesên xerûb ve bên girtin:
– Yên ku li çiyayê Qendîl in, hemû hevwelatiyên Tirkiyeyê ne. Ew pilana nu a hikûmetê lîstkekek li dijî kurdan tê encamp dan û pêwîste kurd nekevin di nav wê lîstikê de.
Hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze bi alîkariya serokê Kurdistanê Masûd Barzanî pirsa kurd û PKKê li Tirkiyeyê çareser bike û li dor vê yekê Cengîzbay dibêje:
– Ev kar bi Barzanî nayê kirin. Yên ku li Qendîl in hevwelatî û birayên min in, ew birayê min yê kul i çiyayê Qendîlê li dijî rijêma tirkî çek hilgirtiye, nabe ji kesekî xerîb bên girtin, çunkî paşî ew dê ji bo berjewendiyên xwe her tiştî bikin.
Navborî dibêje ku yên ku li çiyayê Qendîl in ji Amerîka yan jî ji cîyekî din neçûne wir, lê ji Tirkiyeyê ew çûyne wir:
– Pirsa birayên min li îiyayê Qendîl bi Amerîk, yan Barzanî û kesekî din çareser nabe.