Îslamiyên Kurdistanê: Agirê Newrozê heram e
Îslamiyên Kurdistanê destpêkirine piropagendê li dijî cejna Newrozê dikin û didin xuyakirin ku, yê ku Newrozê pîroz bike û bi wê minasibetê şahiyan bigêre heram e.
Elî Bapîr serokê Komeleya Îslamiya Kurdistanê çend roja berî hatina cejna Newrozê, bi rêya malpera xwe a Facebookê, peymaek bi navê ( ronkirinek li dor agirê Newrozê) berlav kir û ew di peyama xwe de heramkirina agirê Newrozê red dike. Bapîr dibêje ku pêxistina agirî di roja Newrozê de weke rojeke netewî, eger bi nyeteke xerap nebe weke bi pîrozragirtina agirî ku adetekî mecosiyan bû, karekî helal û rewaye.
Lê Dilêr Germiyanî endamî serokatiya Komeleya Îslamiya Kurdistanê ku, Elî Bapîr serokatiya wê dike, dibêje ku pêxistina agrî di roja Newrozê de heram e:
– Beriya ku Newroz bibe cejna netewî ya kurd, ew cejneke fîrewnan, gawir, xaçperst û farisên agirperst bû û ew hemû jî dijmnên serhişkên îslam û kurdan in.
Germiyanî dibêje ku yê ku di roja Newrozê de hêkekê jî bi diyar bi kesekê bide heram e û dê kafir be.