Polîtîk

Barzanî bo Bexdayê: Êdî bes e

Serokê  Kurdistanê Mesûd Barzanî, di peyama xwe ya Newrozê de, wiha got, “Divê hemû kurd di bin xîveta kurdîniyê de kom bibin.” Barzanî, rexneyên tund li hikûmeta Bexdayê jî kirin û got ku, Iraq di qeyranake kûr de ye, heke ev rewş neyê çareserkirin, dê biryara dawî miletê kurd bide. 

 

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, di peyama xwe ya Newrozê de, cejna Newrozê li hemû gelê kurd pîroz kir û amaje bi xebat û têkoşîna kurdan di dîrokê de li dijî dîktatoran kir û got:

Em miletek in û divê azad bibin û bi azadî bijîn. Zorê û zilmê li tu kesî qebûl nakin. Bo mizginiyê jî, înşala her dê rojekî ev mizgîni bê dayîn, lê divê di rojeke guncaw de be.

Barzanî, li bara kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de jî diyar kir ku, Kurdistan di qonaxeke hestiyar de derbas dibe û gelek baş ku aliyên opozisyonê jî beşdarî di kabîneya nû de bikraye:

Min pir hez dikir aliyên dijber jî beşdarî hikûmetê bibin lê wan biryar daye beşdar nebin. Dibe ku hizrên me cuda bin lê divê em hemû di bin xîveta kurdiniyê de kom bibin.

Serok Barzanî, li bara nakokiyên navbera Kurdistan û hikûmeta Iraqê de jî got:

Divê êdî her tişt ji gelê Kurdistanê re bê eşkerekirin. Heta niha me sebir kir û me xwest hertişt bi destûrê bê çareserkirin, lê yên ku li Bexdayêne naxazin arîşe çareser bibin.

Mixabin yên ku niha Iraqê birêve dibin, xwe bi zorê bi ser gel de disepînin. Yên ku niha xwe bi zorê disepînin jî, di demên borî de Kurdistanê deriyê xwe bo wan vekiribû, lê niha ew tişt ji bîr kirine û nankortiyê dikin.

Mesûd Barzanî ragihand ku, kurdi bi hemû peyman û rêkeftinên xwe  pabendine û digel wan çend kesên li Bexdayê  hertişt xistine destê xwe pabend nabin. 

– Êdî dema wê hatiye ku em bêjin êdî bes e. Iraq ber bi aloziyê ve diçe. Hinek kes dixazin desthilata ber bi dîktatoriyê ve bibin. Iraq di qeyraneke kûr de ye, ji ber vê jî ez bang li hemû partî û aliyên siyasî yên Iraqê dikim bilez kom bibin û vê rewşê çareser bikin, heke wisa nebe emê vegerin ser miletê xwe û biryara dawî dê miletê me bide, paşê bila kes gazinda li me neke.

Back to top button