Polîtîk

Opozisyona ereb daxwaziyên kurda qebûl nakin

Encumenê Niştimaniya Kurdên Suriye û Encumenê niştimaniya Suriye li hevûdin nekirin. Di rojên 14 – 15-ê Adarê herdu Encumen li Hewlêrê hatin ba hev û ji bo yekitiyekî pêkbînin hevdîtin kirin. Lê di du rojan de negihatin tu encamekî.

Sedemê ku negihatin tu encamê Encumenê Niştimaniya Suriye  daxwaziyên Encumena Kurda qebûl nekir.
Di vê derbarê de endamê Encumena Kurd li Suriye Mistefa Ismail ji Aknewsê re da xuyakirin ku her du encumena li hevnekir û got:“Şandeya ENSê li Hewlêrê bi nûnertiya ENKSê re rojên 14-15ê civiya. Di civînê de ENSê her pêgir ma bi helwesta xwe ya berê û daxwazên gelê kurd li Sûriyê ku ENKSê pêşkêş kir, red kirin.”

Herweha berdevambûna daxuyaniya xwe de endamê ragihandina encumê kurd li Suriye got ku, gotûbêjên an bi dijbereya Sûriyê re dê berdewam be, “lê bêyî ku em destberdariyê li ser mafên neteweyî yên gelê kurd bikin. Em ti carî gelê xwe berev paş venagerînin.”

Encûmena Niştimanî ya kurd li Sûriyê (ENKS) di encama Kongreya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê de hatine damezrandin ku di 26ê cotmeha 2011ê de, bi beşdarbûna kesayetiyên serbixwe û nûnerên 11 partiyan û hinek hevrêzên ciwanên çalak, saz bû. Dawiya meha sibatê 4 partiyên din jî tevlî ENKSê bûn û hejmara partiyên di nav de bû 16.

Ji bilî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Şepêla Paşerojê, Hevgirtina Gel çi partiyên kurdên Sûriyê li derveyî ENKSê neman

Ji aliyekî din ve, Encûmena Niştimanî ya Sûrî (ENS) jar û qelstir dibe û berev hilweşandinê diçe û herî dawî 3 endamên sekreteriya di civîneke rojnamegeriyê de jikarkêşana xwe ragihandin.

Back to top button