Îran li dijî Kurdan komkujiya sêdaredanê pêktîne
Welatiyekî dinê Kurd li zîndana navendî ya bajarê Sineya Rojhilatê Kurdistanê hate sêdaredan. Li gor amarên rêxistinan li destpêka vê heftiyê çar welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê têne sêdaredan.
Berî nîvroya îro pênçşem Sîna Mihemedî xelkê Dêhgulan li zîndana navendî ya bajarê Sine hate sêdaredan.
Li gor rêxistina Mafên Mirovan ya bi navê Hengaw, ew welatiyê Kurd eve 7 sale li zîndanê daye û bi tometa kuştina bi enqest sizaya sêdaredanê li ser da hatibû sepandin û îro sizaya wî li ser da hate bi cîhkirin.
Li gor amarên navendên Mafê Mirov li Rojhilatê Kurdistanê li destpêka vê heftiyê 4 welatiyên Kurd li girtîxaneyên Kirmaşan, Sine û Seqiz hatine sêdaredan.
Komîseriya Bilinda Mafê Mirovî ya rêxistina Neteweyên Yekgirtî dilgiraniya xwe li rêjeya sêdaredanê li Îranê derbirî û şermezar dike.
Her wiha li gor raporeke salaneya Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) welatê Çînê yekemîn û Îran jî duyemîn welatin ku li cîhanê de herî zêde mirovan sêdare didin.