Civak

Barzanî 4 laboratuvarên Korona şand Rojavayê Kurdistanê

Bi biryara Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanî îro pênçşem dû taqîgehên(laboratuvar) dinê pêşketî ya pişkinîna Korona ji Başûrê Kurdistanê ve şand Rojavayê Kurdistanê û radestî Nûnerê HSD kirin.

Biryare taqîgehên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine şandin ji aliyê Mistefa Balî Nûnerê Hêzên Sûriye Demokrat – HSD û li gel Hevserokê Desteya Tendirustiya Birêveberiya Xweser ve bêne pêşwazî kirin û taqîgeh bêne radest kirin”.

Roja 9ê nîsanê dû tîmên pîzîşkî ji Başûrê Kurdistanê ve çûne Rojavayê Kurdistanê û ji bo fêrkirin û rahênana 26 karmendên pizîşkên taqîgehê, her wiha pêdiviyên dû taqîgehên pişkinîna Korona bi hemû kereste û pêdiviyên xwe ve ji bo Rojavayê Kurdistanê hatibûn şandin û dû taqîgeh hatibûn damezrandin.

Heta niha 4 taqîgeh û çendîn pêdiviyên dinên pizîşkî ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê ve ji bo Rojavayê Kurdistanê hatine şandin. Her wiha biryare 2 taqîgehên din jî Serokê Kurdistanê bişîne Rojavayê Kurdistanê.

Hêjayî gotinêye ku hemû Suriyê 4 taqîgeh heye û niha li Rojavayê Kurdistanê jî 4 taqîgeh çêbûn û piştî 2 yên din bêne şandin Rojavayê Kurdistanê wê bibe xwedî 6 taqîgeh û laboratuvarên pêşketî yên Korona û gelek nexweşiyên din.

Back to top button