Ji Efrîqayê hate Kurdistanê
Firinde û Balindeyek ji Efrîqa ve hatibû Herêma Kurdistanê û amêrê GPS jî pêve hebû, lê belê piştî ku GPS jê vebuye li sînorê devera Raperîn wenda bûye.
Birêveberiya Nahiye ya Hacîava eşkere kir: “Li roja 19/04/2020 tîmekî Rêxistina Sirûştiya Iraqê û Zanîngeha Silêmanî û Desteya Jîngeha Kurdistanê, serdana Birêveberiya Nahiyeya Hacîava kirin bi mebesta dûvdaçûna ji bo çarenivîsa firinde û balindeyeke kuvî ku kêm tê dîtin û li cîhanê da metirsiya ji navçûna li ser heye û bi Sîsarikê Misrî hatiye naskirin”.
Her wiha balê dikşînin li ser wê yekê û dibêjin: “Ev balinde hilgirê amêrekî (GPS) bûye li kîşwerê Efrîqa li welatê Etyopya ve birêketiye li meha 12ê sala 2019 ber bi navçeyên Rojhilata Navîn û ji ber ku jîngeha Kurdistanê ji bo wê balindeyê başe ji wir jî hatiye Herêma Kurdistanê. Li 15/04/2020 hatiye navçeya Dola Pilêngan û asmanê navçeya gundê Spiya, ji wir ve jî amêrê GPS ji asman ve jê vebuye û tê ser zevî ji wir ve jî berev Hacîava vedikevê rê heta 16/4/2020 li Hacîava dibe”.
Hêjayî gotinêye ku 20/03/2020 li bajaroka Gevera Bakûrê Kurdistanê jî balindeyek bi navê Heron anku Balaban hatibû dîtin.