Pişgiriya helwesta serokê Kurdistanê erkek netewiye
Eve demeke gelek bi zanebûn PKK û hevalbendên PKKê êrîşên PDKê dikin. Ji Mexmûr destpêkirin, heta hatin pirsa Zîna Wertê. Madya PKKê gelek bi bê usûlî êrîşê PDKê kirin, tiştên nerast belav kirin dezenfarmasyonek berfereh di derbarê hinek bûyeran de ragihandin.
PKKê hewlek mezin da ku di navbera PDKê û YNKê de xirab bike û başûrê Kurdistanê berbi nexweşiyekî ve bibe.Rojane helwesta PKKê hate gotubêj kirin, desteya serokatiya YNKê di siyaseta xwe de ne bi istikrar hereket kir. Yanî bi awayek din PKK û YNK li dijê PDKê ketin di nava tevgerekî de. Taybetî di vê dema ku Hukumeta Kurdistanê li dijê Virûsa Corona yê parstina tenduristiya hemwelatiyan dike û di vê babetê de di nava leptek mezin de ye, ev helwesta YNKê û PKKê gelekî balkêşe.
Ji berî her tiştekî wek sedê cara hatî gotin cihê xebata PKKê ne başûrê Kurdistanêye û tevgera PKKê li Başûr ne yasayîye. Tu mafêk yê PKKê tuneye ku midaxeleyê karê navxwe yê başûrê Kurdistanê bike.
Ji aliyek din dive herkesek tê bighe ku, YNK ne ew YNK a demê Celal Talabani ye. Desteya biryara bûyera xiyanetê ya 16ê Oktoberê dayî , îro serokatiya YNKê dike. Gelo ji 16ê Oktoberê heta niha çi hatiye guhertin? Xwefiroşên welat di carekî de çewe dibin niştimanperwer?
Gerek baş bê zanîn li Kurdistanê hukumetek hevbeş heye û YNK jî şirîkê vê hukumetê dike. Dixweyê hemahengiya di nava partiyên Kurdistana Başûr de PKKê gelekî aciz dike û sahaya manevreya wan yên li himber destkevtiyên netewî teng dike.
Kurtahî helwesta PKKê li himber PDKê gelek vekirî tê zanîn, ji aliyekî tu dijminatiya siyesetekî bikî û ji aliyek din ve behsa “Yekitiyek Netewî“ bikî, ev dibe xapandin û durûtîyek ber bi çav.
Ji bo zelalkirina rewşa heyî û pirsgirêkên hatîn çêkirin, roja 20.4.2020ê serokê Kurdistanê Nêşîrvan Barzanî civînek berfireh li gel desteya serokatiya herêma Kurdistanê kir û piştre derket himber medyayê agahdariyên berfireh dan û bersiva pirsên rojnemevana di derbarê rojevê de da.
Serok Nêçîrvan Barzanî di axavtina xwe de behsa rewşa Kurdistanê bi tevahî kir . Du tiştên gelek girîng dan xûyakirin. Yek jê behsa hemahengiya di navbera aliyên siyasiyên Kurdistana Başûrde kir û ew peyam ragihand . Duyem jî helwesta desthilatdariya Kurdistana Başûr di derbarê kiryarên PKKê de eşkere kir.
Nêçîrvan Barzanî di beşek axavtina xwe de got: Her wekî hûn bi xwe jî agahdarin hinek alozî li Zîna Wertê rûdaye. Ez ji vir dixwazim we piştrast bikim kêşeyekî wiha mezin nîne ku neyê çareser kirin û berev çareseriya wan aloziyan ve diçîn. Divê li Herêma Kurdistanê û pêwîste li ser hemû hêzên siyasiyên Herêmê bi taybetî li vê demê de ku kêşeya Korona û rewşa aboriya li Herêma Kurdistanê û Iraqê da heye. Ewê girînge niha divê yekrêziya xwe biparêzîn û dixwazim we piştrast bikim ku hîç kêşeyekî wiha mezin nîne û ewê ku heye çareser dibin û em li gel Mekteba Siyasiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê kom dibîn ku hevbeşê serekiyê Partiya Demokrata Kurdistanê ye, li pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê da. Behsa wan hêzan tê kirin ku çûne Zîna Wertê ew hêzên ser bi Wezareta Pêşmergene û Wezareta Pêşmerge jî Wezareta hemû Kurdistanê ye û hîç hêzekî biyanî neçûye wê sînorê û ji bo rewşeke demkî çûne û eger pêwîst nebê ew hêz li wir bimînin, wê demê li wir namînin. Gelek nirxandinên balkêş û xerîb û namo li ser vê babetê tê kirin wekî wê yekê ku qaşo Zîna Wertê cîheke ku projeya Atomî lê tê dirust kirin. Ewê ku hatiye kirin tenê ji bo parastina welatiyan buye li hatin û çûnê û demkiye û rêkarên hemûyan asayî dibin.
Berdewamiya axavtina xwe de Barzanî dibêje: “(PKK) hêzek nîne li Herêma Kurdistanê da hîç şerîyetekî hebê heta beyanname derbixe ev hêze bimînê yan nemînê. Ne şer
îyeta wî heye û ne jî derfeta wê şer`îyet jî bi (PKK) li Kurdistana Iraqê da tê dayîn. Ewê ku (PKK) bixwaze yarmetiya Herêmê bide, eweye ku divê Herêma Kurdistanê çol bike û Herêma Kurdistanê cihê karkirina (PKK) nîne. Ewê niha (PKK) dike, qet yarmetîdana Herêma Kurdistanê nine. Bi berevajî ve rêk dirustkirina kêşeye ji bo Herêma Kurdistanê li vê dem û wextê da. Helwesta Herêmê jî li roja yekem ve diyar buye, em dixwazin fakterê aramiyê bîn li navçeyê li gel cîranên xwe û li navxwe jî, hengavên me jî li ser vê meseleyê peywendiya wan bi hemû Iraqê ve heye. Herêma Kurdistanê jî wekû beşek ji Iraqê”.
Piştî van peyamên serokê Kurdistanê, şûrkêşên PKKê û Kemalistên nijadperest destpêkirin êrîşê naveroka axavtinên Nêçîrvan Barzanî kirin, daxûyanî derxistin û rexne kirin. Wek her demî ew bi awayekî bi Tirkiyeve girêdan û êrîşê naveroka daxûyaniya cenabê wî kirin.
Her kurdek dizanê ku, Nêçîrvan Barzanî kesayetek Kurdistaniye û tu cara berjewendiyên netewî nedane aliyekî û siyaset nekiriye. Barzanî rastiya ku têre derbas dibin dide xûyakirin. Herkes dizane ku ew aliyên îro helwesta Nêçîrvan Barzanê rexne dikin, dema arikaya mirovatî ji bo rojavayê Kurdistanê jî rêkir bi awayekî dilqermicî bûn.
Ew nawenda Efrin rasdestî Tirkiye kirî îro heman hewldanê dikin ku, Zîna Wertê û beşek başûrê Kurdistanê jî radestî Tirkiye bikin. Hewl didin ku hukukiyeta dethilatdariya Kurdistana Başûr têk bidin.
Lê gerek baş bizanibin ku, dema li Hewlêr KNK, HDP, Nawenda Mezopotamya ofisa vedikin, cardin bi izna hukumeta herêma Kurdistanê ye. Gelek cara rexne li helwesta hukumetê û taybetî li PDKê tê kirin ku, gelek rê û mecalê dide tevgera PKKê li başûrê Kurdistanê de. Eger mirov ji sala 1991ê heta îro siyaset û tevgera PKKê li başûrê Kurdistanê baş binirxîne di rastiya PKKê û misyona wê jî li başûrê Kurdistanê baş bê dîtin. Lê mixabin siyasiyên çavkur naxwazin vê rastiyê bibînin.
Ji aliyek din hinek kes û alî li Kurdistana Bakur, naxwazin helwestek raste rast bidin nîşandan. Ew li gel PDK û PKKê jî xwedê berjewendine. Nava çûv re digrin. Du alî dileyzin . Ev cureyê siyasetmedar, rewşenbir û kesayet li ser paşeroja Kurdistanê xetera herî mezinin.
Gelek vekirî axavtina Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo helwestên hinek aliyan bûye wek pîvanekî. Ew kesayet û aliyên pişgiriya van daxûyaniya bikin eşkere li ser xetek netewî siyasetê dikin û ji bo paşeroja Kurdistanek serbixwe li ser rêyek rastin. Aliyên ku Nêçîrvan Barzanî ji bo gotinên cenabê wî tawanbar dikin tenê xizmeta dijminên Kurdistanê dikin.
Li vê derê gerek mirov rexneyan û tawanbariyê ji hev cuda bike.
Bangek ji bo hemû siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên Kurd re: Bila di hemû helwestan de berjewendiyên Netewî pîvanbe. Berjewendiyên netewî li ser hirtiştekîre bigrin. Erîşê nawendên demana Kurdistanek serbixwe nekin û wan biparêzin. Dema kemasiyek hebê behsê bikin û rexneyên dostane bikin. Lê tu cara nekevin dûv berjewendiyên kesayetî û rojane siyasetê nekin. Her roj ne bi awayekî bin. Bila îstiqrarek bîr û baweriyên we de hebin û li gora wê jî xwedî helwestbin.
22.4.2020
Dara Bilek
Jo bo agahdariya berfireh:
file:///C:/Users/HP/Desktop/ROJEV/Axaftina%20serokê%20Kurdistanê.pdf