Cîhan
Amerîka hişyariyeke tund dide tirkiye
Peyvdara Wezareta Derveya Amerîka ragihand, ewê ku me dilgiran dike ewe ku tirkiye heta niha ji kirîna sîstema berevaniyê ya S400 ya Rusî paşgez nebûye.
Morgan Ortagus Peyvdara Wezareta Derveya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka bi Ajansa Reuters ragihand, bi cîhkirina sîstema S400 li tirkiye astengiyeke mezin ji bo rêxistina Nato dirust dike. Em piştrastîn ku Receb Tayib Erdogan Serok Komarê tirkiye û berpirsê bilindê wî welatî ji helwesta Amerîka ya di derbarê wê yekê de têdigihe.
Peyvdara Wezareta Derveya Amerîka tekez jî kir ku ew nûçeyên ku wan dilgiran dike ewe ku behsa kirîna sîstema berevaniya S400 ya Rusî ji aliyê tirkiyê ve tê kirin.