Cîhan
Pênç welatên bêhtirîn sizayên sêdaredanê bi cîh kirine
Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) li rapora xwe ya salane de belav kiriye, hejmara rûdanên sêdaredanê li cîhanê da kêmkirine, lê belê li hinek welatan bilind buye.
Li gor raporê li sala 2019 Suudiye sizaya sêdaredanê zêdetir kiriye û Çîn jî yekemîn welate ku zêdetirîn kesan sêdare daye.
Li gor amarên Rêxistina Lêborîna Navdewletî, Çîn bi hezar sêdaredanan bi pileya yekem tê û paşê Îran bi 251 kesan bi pileya duyem û Suudiye bi 184 kesan bi pileya sêyem û Iraq bi 100 kesan li pileya çarem û Misir jî bi 32 kesan li sêdaredanê de pileya pêncem tê.