Tirkiye demografiya Girêspî û Serêkaniyê guherand
Li gor zanyariyên ji deverê û xelkê devera Girêspî û Serêkaniy : “Tirkiye piştî êrîşa 9 tişrîna yekem ya sala 2019 bi hevkariyên terorîstên ser bi rejîma tirkiye li bajarê Girêspî û Serêkaniyê li Rojavayê Kurdistanê guhertina demografiya navçeyê de berdewame û li vê qonaxa belavbûna şewba Korona de jî li hewlên xwe de berdewame û li heftiya derbasbûyî de jî hezaran kesan ji Cerablûsê ji bo piştevaniya terorîstên ser bi tirkiye û ji Ruha – Dîlokê ve veguhestuiye bajarên Girêspî û Serêkaniyê”.
Her wiha li gor zanyariyan “Ew kesên heftiya derbasbûyî ji Cerablûsê veguhestine hejmara wan nêzîkî 60 otombêlên zirpoşin û ji Kaniya Xezalan û Rihayê li derengên şevê de derbasî Serêkaniyê kirine. Her wiha doh jî bi hezaran kesên din ji Cerablûsê ve derbasî Girêspî kirine”.