Cîhan

Zanîngeha Cambridge: Korona li Vuhan serîhilnedaye

Li lêkolînek da, pîsporên warê cînat û virusan li Zanîngeha Cambridge eşkere dikin, virusa Korona (Kovid-19) di destpêkê de li bajarê Vuhanê serîhilnedaye wekî wê yekê xelk baweriyê pêdikin.

Peter Forster pîsporê warê cînat û virusan ya li Zanîngeha Cambridge li daxuyaniyeke televezyonî RT ya Rûsî de ragihand, me sê cûreyên cûda yên virusa Korona destnîşankiriye. Cûreya yekem ji Şevşevokê ve hatiye veguhestin û li Çînê hatiye dîtin. Lê belê belavbûna wê li Vuhan nebuye.

Her wiha dibêje: Cureya duyem ew viruse ku li Vuhan belavbuye û her wiha cûreya sêyem li derveyê Çînê belavbuye.

Her wiha balê dikşîne li ser wê yekê ku cureya yekem li destpêka belavbûna virusê zêdetir buye, lê belê ji bo me jî gelek balkêş bû ku ew viruse li Vuhan serîhilnedaye, belku li beşekî dinê Çînê belavbuye.

Amerîka biryarê daye lêkolînê li çavkaniya belavbûna virusê bike, lê belê Mike Pompeo Wezîrê Derveyê Amerîka li twittek da dibêje, Çîn rê nade em dest bi wê taqîgehê bikin ku guman li ser heye.

Back to top button