
Hussam Al-Ghazali nivîskareke û babetek bi zimanê Erebî û bi navê (Nêçîrvan dîplomateke aştiyê ye) nivîsiye û Al-Ghazali babeta xwe de behsa kesayetiyê Serokê Kurdistanê dike dibêje ewî kariye li gor siyasetên hêzên çavkaniyên cîhanê, siyasetên hevbeş birêvebibe.
Nivîskar Al-Ghazali dibêje: Nêçîrvan Îdrîs Barzanî bi siyaseta xwe ya hevseng, bi zimanê bi hêz û azad, bi peywendiyên berfirehên navdewletî û siyaseta xwe ya dîplomasiyê kariye hem li hundir û hem jî li derveyê Kurdistana Iraqê jî bi serkeftî pêkbîne.
Her wiha Al-Ghazali nivîsiye û dibêje: Evî zilamî kariye siyaseteke stratejîk li gel Amerika, Britanya û Yekîtiya Ewrupa û ji aliyeke din ve li gel Mîrnişînên Yekgirtiyên Erebî, Çîn û Rusyayê de, li ser sehneya aştiya rojhilata navîn de bi serkeftî encam bide.