Tirkiye ji Çînê derbaskir, Erdogan dibêje: Me destan nivîsand
Receb Tayib Erdogan Serokê Rejîma Tirkiye li rêwresmên vekirina nexweşxaneyek de axivî û behsa rewşa tendirustiya tirkiye kir û got: Tirkiye li kerta tendirustiyê de, destanê nivîsandiye. Ev axaftina Erdogan piştî wê yekê tê ku li gor hejmara tûşbûyên Korona li cîhanê tirkiye ji Çînê jî derbas kiriye.
Serokê Rejîma Tirkiye li rêwresmên nexweşxaneya Başakşehir ya Stenbolê de axivî û got: Li vî welatî ambulenseke rêkûpêk tûnebû, îro me 5400 ambulans û 19 ambulansên firoke jî heye. Tirkiye li warê xizmetên tendirustiyê de destanê nivîsandiye. Di demek de ku hinek kes li korîdorên nexweşxaneyan û li malên xwe de dimirin, tirkiye li vê qonaxê de gelek serkeftiye.
Receb Tayib Erdogan Serokê Rejîma Tirkiye dibêje: Em şanaziya wê yekê dikîn ku em têra xwe hene û em alîkariya dostên xwe jî dikin. Li vê qonaxa ku rêxistinên navdewletî giraniya xwe wenda kirine, tirkiye nîşandaye ku dikare li ser piyên xwe raweste û hêza xwe nîşan bide.
Eve jî amarên Korona yê herî dawî ne ku hûn dikarin li vê lînka xwarê temaşe bikin.
Hejmara tûşbû – hejmara can ji destdanê
Tirkiye 86,306 – 2,017
Îran 83,505 – 5,209
Çîn 82,747 – 4,632
Çavkanî: