Cîhan

Çîn: Ji bo xelkê Kurdistanê, em hevalên rojên tengîn

Îro karwanekî dinê hevkariyên pêdiviyên tendirustiyê ji welatê Çînê ve gihîşt Hewlêra paytexta Kurdistanê.

Dr Saman Berzencî Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê li civîneke rojnamevaniya hevbeş da li gel Konsolê Komarê Çîn li Hewlêr ragihand: “Îro çaremîn karwana hevkariya Çînê gihîşt Herêma Kurdistanê ku ji çendîn pêdiviyên xweparêzî û tendirustiyê pêkhatine”.

Wezîrê Tendirustiya Kurdistanê spasî welatê Çînê kir û ragihand: “Li rûbirûbûna şewba Korona de, berdewam dibîn ku tendirustiya welatiyan li vê demê de armanca serekiya Hikumeta Kurdistanê bûye”.

Her wiha Ni Ruchi Konsolê Giştî yê Komara Çîna Netewî li Hewlêrê got: “Karwana hevkariyên me yên îro ji zêdetirê hezar kîtên têstê û rûpoşên neştergeriyê û rûpoşên N95 û lepik û cilubergên xweparêziyê û pêlav pêçanê pêktên. Ev hevkarî nîşana wan peywendiyane ku li navbera Hikumeta Çînê û Hikumeta Herêma Kurdistanê de heye”.

Her wiha got: “Ji bo xelkê Herêma Kurdistanê, em hevalên rojên tengîn”.

Back to top button