Nivîsar

Bi mejiyê 30 sal berê civat nayê famkirin

Li Bakûrê Kurdistanê di nava civaka me de nêzîkatî, hişmendî û hessasiyetên neteweyî, Kurdînî nehiştine û nemaye. Ji ber vê yekê daxwazên neteweyî nîne û tevgerên neteweyî ava nabin an xurt nabe.

Mam koricî, xal akpyî, birazê mhpyî û xwarzê hdpyî ye. Di nava yek malbatê de dijîn tu cûdahiya fikrî û îdeolojî ya xurt di nava wan de nîne. Bingeha cûdahiya helwestên wan tenê berjewendiye.

Li bajarê min bixwe, berpirsên AKP, CHP, HDP, MHP û hwd. hemû endamên partî û tevgerên siyasi merivê hevdû ne. Gelek caran 2 bira di heman demê de ji 2 partiyên cûda dibine kandît an berendam.

Li welatekî bindest û hatiye dagirkirin mirov nikare îzaha vê rewşê bi “pirrengî” û “demokrasiyê” bike. Îzaha vê rewşê bi tebeqe û çînên nava civakê jî nayê kirin. Karker û cotkar jî bi vî rengî tevdigerin, karsaz û dewlemend jî.

Bi tahlîlên 30 sal berê êdî em nikarin rastiya civaka xwe fam bikin. Di vî 30 salên borî de gelek tişt hatin guhertin û lewitandin. Bi vî halî û bi vê civaka ku hatiye lewitandin û ji rastiya xwe hatiye dûr xistin ne em karin tu tevgerên neteweyî ava bikin û ne jî em dikarin di nava çarçoweya Turkiya bi xwe de jî tu mafan bidest bixin.

Divê ku civak ji nû ve were tahlîl kirin û bi dermanên nû were tedawî kirin.

Doh bi şev kesekî ku hemû malbata wî koricî ji 2 rewşenbîr û tekoşerên Kurd re ku her yek ji 40 salî zêdetir ked dane û xebat kirine re digotî “alçak, satılmış, zirto” û ev yek gelek bi serbilindî dikir. Ger mirovek 40 salî şivantiyê li gundekî bike wê gundî qedrê wî bigirin û zarokên wî gundî bi kêmanî ji wî şivanî re an bêjine “mamo” an bêjine “xalo”. Bes li Bakûrê Kurdistanê qedrê esker, polîs, qeymeqam, walîyên dewleta dagirker tê girtin, qedrê pêşengên siyaseta entegrasyonparêz tê girtin, hezar heyf û mixabin qedrê serxwebûnxwaza û qedrên xebatên neteweyî, qedrê nivîskar û rewşenbîrên xwediyê berhemên Kurdî, qedrê remzên neteweyî, qedrê zimanê dayikê nayê girtin.

Hinek dikarin rabin û bêjin tu neheqiyê dike! Ezê ji wan re bêjim ezîzê min rabin û herin li kolanên paytexta me li Dîyarbekirê bigerin hûnê bi çavên xwe bibînin bê rastî çiye. Bila kes şaş fam meke Diyarbekir ji ber ku paytexte wê dikime mînak, Dêrsim, Çewlik, Batman, Mêrdîn û cihê din jî ne kêmî Diyarbekirê ne.

Serhat Mêrdînî

Back to top button