Yusuf Roman: Ez ne berdevkê Şivan Perwerim

Hunermend Yusuf Roman li peyamekê de behsa rexneyên ku li Şivan Perwer têne kirin dike û raya xwe jî tîne ziman û dibêje: Di wê axaftinê de,tu bêrêztî ne li olekê û ne li rêbertîyeke Kurda min nedît.

Peyama Hunermend Yusuf Roman wihaye:
LI SER BANGA ŞIVAN PERWER

Çend rojên dawî,gelek nivîs bi rêya medya civakî,li ser vê mijarê bala min kişandibû.

Hin rexne dikirin, hin jî diparastin. Doh televizyona Laliş, di bernameyekê de nerazîbûna xwe nîşan dida. Hin hunermend li ser medya civakî rexnê wan hebû.

Ji ber ku min ev wideo temaşe nekiribû, derheqê vê mijarêde tu fikra min tunebû.

Ez ne berdevkê Şivan Perwerim.

Min axaftina wî ji ser internêtê guhdarî kir.

Di wê axaftinê de,tu bêrêztî ne li olekê û ne li rêbertîyeke Kurda min nedît.

Naxwazim dûdirêj bikim,di nav xweşîyê de

bimînin.Silav û rêz.

20.04.2020
Yusuf Roman

Nerîna min :