Min bi Iraqê ragihand, êrîşa li ser PKK de berdewam dibîn
Balyozê Tirkiye li Bexda vexwendina xwe ya Wezareta Derveyê Iraqê bi derfetek dizanê bo ku ji Berpirsên Iraqê rabigihîne: “Heta gefa PKK li Bakûrê Iraqê berdewam bê, operasyon jî berdewam dibin”.
Fatîh Yildiz Balyozê tirkiye li Bexda di derbarê vexwendina xwe ya Wezareta Derveyê Iraqê bi ajansa fermî ya tirkiye ragihand: “Berpirsên Iraqî bi awayeke zarekî dilgiraniyên xwe di derbarê operasyonên asmaniyên artêşa tirkiye li dijî pêgehên PKK li Bakûrê Iraqê ji min re ragihandin”.
Balyozê Tirkiye li Bexda ji berpirsên Wezareta Derveyê Iraqê ragihandiye ku operasyonên artêşa welatê wan li dijî armancên PKK, “li çarçoveya biryarnameyên Encûmena Asayîşa Navdewletî ya ji bo rûbirûbûna terorê li gel maddeya 51 ê rêkeftina navdewletî ya Neteweyên Yekgirtî, mafê berevanîkirin û parastina rewa de tê bikaranîn” û li vî warî de berdewamiya operasyonan didin.