Dosya

Li 29 salan de 540 niştimanperwer radestî Îranê kirine

Sala 1998 li navçeya Bazyan Yekîtiya Niştimanî YNK jehrê xist nava xwarina Pêşmergeyên Partiya Demokrata Îranê û 8 Pêşmerge şehîd bûn.

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê eşkere dikin ku Mistefa Selîmî yekem welatparêz û niştimanperwer nîne ku ji aliyê YNK ve radestî hêzên îstîxbaratiya Îranê hatibe kirin, belkû li 29 salên derbasbûyî da 151 kesan radestî hêzên Îtlaata Îranê kirine.

Hejmara wan şoreşger û niştimanperwerên Rojhilatê Kurdistanê ku li sala 1991 û heta niha ji aliyê YNK ve yan jî grûpên nav YNK ve radestî komara îslamiya Îranê kirine yan jî hatine teror kirin û ji bo teror kirina wan yarmetiya Îranê dane. Heta niha herî kêm 151 kes dibin diyare eve tenê hejmara wan kesane ku navên wan hatine tomar kirin û ne xwe bêguman hejmara rastî gelek ji vê hejmarê jî zêdetire ku navên wan li cem partiyan nayê zanîn.

Li gor wan belgeyên ku Partiyên Rojhilatê Kurdistanê kom kirine û nav bi nav belav kirine, hejmara wan şoreşger û welatparêzên ku li nav partiyên Rojhilatê Kurdistanê da endam bûn û xebatê kirine û ji aliyê YNK ve radestî hêzên Îranê kirine yan teror kirine û yan jî hêsankarî ji bo terorkirina wan hatine kirin hemû digihe 540 kesan.

Ew kesên bi awayên cûr bi cûr bûne qurbanî, beşek li rêya anîna hêzên supayê pasdaran li nav axa Başûrê Kurdistanê û hinek li rêya jehrkirin û dermanê û beşek jî bi gulleyên raste rast û girtina wan ya li xalên pişkînînan û paşê jî kuştina wan hatine qurbanî û şehîd kirin.

Back to top button