Polîtîk
Şandekê Kurdistanê serdana Bexdayê dikin
Samir Xezban Wezîrê Petrola Iraqê ragihand ku welatê wî pêgirê biryara Opec û endamên din yên berhemanîna petrolê ya ji bo kêmkirina berhemanîna petrolê ne ku berî demekê welatên endamên Opec û yên din biryara wê dabûn.
Her wiha Xezban vê yekê jî diyar kir ku ji bo babetê petrolê wê şandek ji Hewlêrê serdana Bexdayê bike da ku li dor vê babetê çawaniya kêmkirina berhemanîna petrolê de her du alî li ser danustandinan bikin.