Siyasetmedarê kurd Ali Dinler koça dawî kir
Siyasetmedarê kurd û Sekreterê Giştî yê Partî Demokratî Kurdistanê(PDK-BAKUR) yê berê parêzer M.Elî Dinler, ji nav me koçkir û çû ser dilovaniya xwe.
Parêzer M.Elî Dinler ku ev demek bû ku li Nexweşxaneya Amedê, tedawî lê dihate kirin, di 27-ê Sebata 2012-an de berdestên sibê jiyana xwe ji dest da û ji nav me koç kir.
Cesedê(giyanê) siyasetmedarê kurd M.Elî Dinler, ji Amedê, ji bo Cizîra Botan hat guhastin û li vir bi beşdariya bi hezaran heval, hogir, dost û şiniyên vî bajarokî ya wî û bi beşdarbûna siyasetmedarên Kurd yên ji hemû partiyan, li Goristana Nuh Nebî, bi merasîmek hat definkirin.
Ala Kurdistanê li laşê M.Elî Dinler hat rapêçandin û li ser wesêda wî, ew axa ku ji ser Gora Barzaniyê Nemir hatibû anîn, li ser gorawî hat reşandin.
Li ser gora wî, çendî axaftin hatin kirin, axaftinek jî aliyê heval û hevrêyê wî Derwêşê Sado ve hat kirin. Sado, di axaftina xwe de bahsa tekoşîn, rêberî, dilsozîya wî ya ji bo doza gelê Kur d kir.
Sado, li Cizîra Botan, gelek kesên hêja gihan e, wek Mala Cizîrî, Mîr Bedîrxan, Celaded û Kamûran yek jî Mihemed Elî Dînler bû. Û weha dom kir; Ez bawer in îşev Mihemed Elî Dînler, mêvanê Barzaniyê Nêmir, Qazî Mûhamed û mêvanê her şehîdê Kurdistanê ye.
Piştî definkirinê, li ciyê şînê sersaxî hatin qebûlkirin.