Polîtîk

Peyama Serok Barzanî li 32. salvegera karesata Enfalê

Peyama Serok Barzanî li sîh û dûyemîn salvegera karesata Enfalê

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Li sîh û dûyemîn saliya destpêkirina pêla Enfalê ya li dijî zarok û gedeyên gelê me da, hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên Enfal û hemû şehîdên Kurdistanê re dişînîn û serxweşiyê li malbat û kesukarên serbilindê enfalê dikîn.

Her çende li salên derbasbûyî da hewleke zêde ji bo jenosayd nasandina pêla dirindeyiya enfalê li ser asta navdewletî û qerebûkirina kesukarên qurbaniyên enfalê û peydakirin û anîna termên enfal kiriyan hatiye dayîn, lê belê mixabin heta niha encameke wiha nebûye. Ji bo wê yekê dîsa jî tekez dikîn ku pêwîste hewlên bi jenosayd nasanda enfalê li ser asta cîhanê berdewam bibin û bigihin encamê û her wiha dewleta Iraqê jî berpirsiyare li qerebûkirina kesukarên serbilindê enfalkiriyan û pêwîste Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi baştirîn awayî xizmeta malbatên şehîdên enfalê bike û termê pîrozê hemû şehîdên enfalê jî vegerîne ser axa niştiman.

Hezaran silav li giyanê pakê qurbaniyên enfalê û tevahiya şehîdên Kurdistanê

Mesûd Barzanî
14.04.2020

Back to top button