Polîtîk

Cînayetên Rejîma Cumhuriya Îslamiya Îranê Berdewam e

Şewbêye Corona jî nikariye pêşiya cînayetên Cumhuriya Îslamiya Îranê bigre.

Rejîma Cumhuriya İslamî ji ber ku xortên Kurd û her kesên, ku daxwaza mafên xwe dikin, bi darve dike, jêra Cumhuriya Îdama Îranê tê gotin.

Destê Rejîma Îslamiya Îranê carekî dinê bi xwîna xortê Kurd sor bû. Reîma Îran xortê Kurd bi navê Mistefa Selîmî, ku 17 sal di zindanê da bûye û ji tevliheviya Corana kelk vergitiye, reviye û xwe gihandiye tixubê Kurdistana Başurê sêdara da.

Bi gor nuçeyên, ku di medyayê Kurdî da cî girtiye, Mistefa Selîmî li ser tixubê ji aliyeê hêzên asayişê ve hatiye girtin û asayiş teslîmê Îranê kiriye û rejîma Îranê jî paş rojekê vê xortê Kurd îdam kiriye.

Em carekî dinê rejima Cumhuriya Îslamiya Îranê mehkum dikin.

Em banga Hikumeta Herêmê dikin, rê li ber karê komisyonê xweş bike, ku bona lêkolina bûyera hanê ava kiriye û berpisên vê buyerê destnişan bike û bo raya giştî binasine.

Bi vê boneyê ve, ji bona ku carekî dinê bûyerên usa neqewmin, Partiya me banga hêzên welatparêz û desthilata Kurdistana Başurê dike, ku giringiyeke bidine pêvajoya yêk xistina hemu dezgeyên  Hikumeta Herêmî  û hercî zûtir pêvajoya hanê bibine serî.

Serxweşiya xwe malbata Mistefa Selîmî dikin û şîrîkê xema wan in.

13 Avrîl 2020

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Back to top button