Dosya

Zêdebarî / Selîm Temo

Kurd tu carî nikarin Qur’anê xitim bikin;
Gava ku digîjin ayeta Enfalê, radiwestin!

Adonis

Lingê min xwe digihînin çiyan, destên min roj û şevan, hevrazan, avên serxweş, şûna lingên xwejibîrkirî, helbesteke Bêkesî dibînin.

Divê jê re êrîşa çolê li hemberê çiyê bê gotin. Nimandina qiyametê ku rehmeta asîmanî û nihêrînê demê diqelîne. Ez ê niha vebêjim ka destê min bi çi hatine ceribandin, pêçiyên min bi çi?

Roja karneyan e ku peyvên şeng kûçeyan tije dikin. Ev xweseriya me ya biçûk weke pirtûkên reş û spî xwînşîrîn û naşît e. Ez bavek im ku nikarim xwe bigihînim kêfxweşiya zarokên xwe ku di nav heriyê re dimeşin. Di ber maziyan re, ji aliyê spîndaran ve, ji ser erqên bi coş derbas dibim. Geh li pişt xwe, geh li goreyên dirêj ên lawikên xwe dinihêrim ku min teze kirîbû. Pêlavên wan tev herrî ne, lê çilkek ji dermana re li ser goreyên wan tune ku devlingên xwe xistine binî. Jina li pişt min dimeşe, jina min e, a li ber dilê wê jî keça min.

75 ayetên sûreya Enfalê hene, çawa nizanim? Hêj di serî de Xwedê dibêje, çi xenîmetên di herbê de tên bi dest xistin, ayîdê min û Resûlê min in. Pirjimara ‘nefl’ê, yanê “zêdebarî”yê ye. Herb gava ji bo Îslamê tê kirin, xêr jê tên, zêdebariyên tên bi dest xistin jî li xêrê zêde dibin. Hezar ferîşte jî tên hawarê. Xwedê li wir dibêje, ez ê xofê têxim dilê kafiran, stûyên wan bibirrin!

Bi carekê qiyamet radibe. Pêçiyên dilovan ên jina xwe li ser serê xwe dibînim, bişirîna keça xwe ya xerîqê sawê bûye. Bi carekê cîhan serobino dibe, bihar diqulipe ser dojehê, bi carekê. Li serê guşiyan birînên bê laş, di avê de soriyeke kefdayî.

Weke min bi dehan caran ew ceribandibe her kurekî dixim bin milekî xwe û ji dojehê derdikevim. Divê şewateke ku ji bo vemirînê tu eceleya xwe tuneye mabe li pişt min. Li sirtekê biçûk ê dişibe devê kêrê dizivirim bi lingên xwe yên ji tirsê sivik bûne. Ez ji şevê jî lezgîntir im ku ew di hinava xwe de vedişêrim. Di nav çiyayên asê de qulek, şikeftek. Xwe di navbera kurên xwe de dirêj dikim.

Sibe, zikê wan birçî bûye. Weke du têjikên çivîkan li min nihêrîn. Dayîka xwe, xwişka xwe, peyvên xwe wenda kiribûn, çaven xwe hebûn. Min got “Heya ez bêm hevûdu hemêz kin, nebe hûn derkevin derve; li dervê gur hene, hirç hene, piling hene. Heya ez vegerim hevûdu hemêz kin, qet berê xwe nedin derve jî” û derketim.

Şev a her kesî roj ne ya tu kesî ye. Ez derketim. Min xwe ji siyê jî veşart û li mêweyên çiyê, reh û qaçilan geriyam. A ku tiştên min ber dilê xwe tije kiriye radiwestîne, du balûle ne. Du balûleyên ku cîl û bergên xwe weke min in, di ser de ji min in. Ne guh didin dua ne jî lavayên min. Heya leşkerên unîforma li wan ên hema çav ji serî baznade tên, raza xwe jî li dua û lavlavên xwe zêde dikim û dibêjim: “Du kurên min hene, di nav geliyê milê çepê, di qulekî de, di şikeftekî de. Destûr bidin em wan jî hildin. Du têjikên çivîkan in, birçî ne, nikulên wan zer e.”

Me dirêjin ber deriyê keleha betonî ya dîwarên xwe bilind. Li ser qirika yên laşê xwe digindirînin siwar dibin, dibe ku ev cureyeke kêfê be. Laşên me yên westiyayî bi lêdanê giran dibin. Her kes li derekê dipelişe, ez li derekê.

Şev a her kesî ye. Ez weke dengekî ji şevê derdikevim, ji kelehê, ji cîhanê. Ne xwe vedişêrim, ne xwe ditelînim, kip û ripîrast dimeşim, dimeşim. Lingê min xwe digihînin çiyan, destên min roj û şevan, hevrazan, avên serxweş, şûna lingên xwejibîrkirî, helbesteke Bêkesî dibînin. Du roj şûn de xwe digihînim şikeftê, qulê. Ez ê têkevim hundir û bêjim deste vala hatim; lê êdî ne şev, ne rojeke min heye.

Ez ê niha çepilên wan ên di stûyê hev de hişkûhola bûne ji hev vekim û li stûyê xwe badim. Dûv re ez ê xwe di nava van herdu zêdebariyan de dirêj bikim û bimirim, lê piştî vê pirsê ji Xwedayê ku rojê pênc caran derdikevim hizûrê bipirsim: “Xwedawo, ev Kurdistan a kê ye?!”

DEM

Kurd tu carî nikarin Qur’anê xitim bikin;
Gava ku digîjin ayeta Enfalê, radiwestin!

Adonis

Enfal çi ye, di Enfalê de çi qewimî?
• Di prosesa 1988-1989an de zêdetir ji sed û heştê û du hezaran Kurdên sivîl bi rêya çekên kîmyewî, şikence, komkujî, xeniqandina bi vekirina devê bendavan, bi tî û birçî hiştina li kemp û çolan hatine kuştin.
• Navê sûreya Enfalê ya Quranê dabûn operasyonê.
• Di operasyonê de zêdetir ji çar hezaran gund, bi sedan mizgeft û dêr hatin xerakirin.
• Yek dugela Misilman, Selîbî, Cihû, Şîntoîst, Budîst, Dimokratîk, Sosyalîst û Şerîetparêz Enfalê şermezar nekirin.
• Bi sedan jinên ku temenên xwe di nav 14 û 20an de bûn û hezkirî û malbatên xwe li kampên komî wenda kiribûn, firotin şêx, dewlemend û kerxaneyên dugelên Xelîc, Urdun û Misrê.
• 14 Nîsanê, roja bibîranîna kuştiyên Enfalê ye.


Ji Arşîva SELİM TEMO

Back to top button