30 leşkerên sûrî reviyan başûrê Kurdistanê
Birîkarê wezareta pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê dibêje ku her leşkerekî sûrî bireve Kurdistanê ew dê wek penaber pê re danûstandinê bikin û teslîmî hikûmeta Sûryeyê nakin.
Enwer Hacî Osman li dor rewşa wan 30 lekerên sûrî ku reviyane herêma Kurdistanê de ji AKnewsê re got:
– Berî çend rojan nêzîkî 30 leşkerên sûrî ji artêşa welatê xwe cuda bûn û bi rêya wîlayeta Nînewa revîn Iraqê. Ew 30 leşker ji netweya kurd in. Piştre û li ser daxwaza wan ew hatin herêma Kurdistanê û xwe radestî hêzên pêşmerge kirin.
Navhatî amaje pê da ku wek erkeke mirovî û kurdayetî, û ji ber ku ew leşker bi sedema rewşa navxwe ya welatê xwe direvin, li herêma Kurdistanê wek penaberan dihêne wergirtin û hikûmeta herêma Kurdistanê bi tu awayî wan leşkeran teslîmî hikûmeta sûrî nake.
Sebaret bi wan nûçeyan ku hêzên pêşmerge ew leşkerên sûrî ji artêşa Iraqê standine û li ser wê yekê şer û pevçûn jî çêbûne, birîkarê wezareta pêşmerge ew nûçe red kirin û got:
– Ew nûçe ji rastiyê dûr in, tiştekî wiha rû nedaye