Dosya

Gera li pey patrolê li Kurdistanê

 

 

Rojnamevan Una Galan nivîseke di rojnameya Golf News de weşandiye û tê de behsa zengîniya herêma Kurdistanê bi gaz û patrolê dike û herwesa ew di nivîsa xwe de balê dikşîne ser wê yekê ku şîrket û kompaniyên cîhanî yên warê patrolê giringiyeke mezin bi herêma Kudistanê didin:

Rûberê 400 kîlometroyan hevsînor digel deverên nakokbar, bajarê Hewlêrê li herêma Kurdistanê weke mêrgeke aram e û ev bajêr di warê tirs, teqîn, xwekujî û neîstîqrara siyasî de ji Bexdayê cuda kiriye. Kompaniyên biyanî berê xwe daye herêma Kurdistanê û fêdey ji berhemanîna 40 milyar bermîlên nefta yedek a xav li bakur wedigirin. Bi vî awayî herêma Kurdistanê kiriye herêmeke herî geş di warê abûrî de. 

 

Rojnamevana navborî di berdewamiya nivîsa xwe de dibêje ku biyanî bi lezgînî piştgiriyê li herêma Kurdistanê dikin û kompaniyên mezin yên cîhanî yên warê gaz û patrolê berê xwe daye herêma Kurdistanê:

Genel Enerjî ku, berhehênera herî serekeye di warê patrolê de li herêma Kurdistanê, li ser karê xwe berdewam e. Exxon Mobil  girêbest digel herêma Kurdistanê îmza kiriye û sermayeyê xwe li herêma Kurdistanê bi kar tîne. Kompaniay TOTAL a frensî jî di daxiyaniyeke xwe de piştrast kiriye ku ew jî li herêma Kurdistanê di warê patrolê de karê berhemanînê dike.

 

Back to top button