Cîhan
Tehran li Îranê bûye navenda belavbûna Koronayê
Cîgirê Wezîrê Tendirustiya Îranê ragihand: Rewşa tendirustiyê li Tehranê bi egerê berbelavbûna şewba Koronayê metirsîdar û aloze.
Îrec Cerîrçî Cîgirê Wezîrê Tendirustiya Îranê ragihand qerebalixiyeka zêde li ser caddeyên Tehranê cihê dilgiraniye û pêwîste rêkarên tund ji bo rêgirîkirina belavbûna şewbê bêne girtin û agahdariya welatiyan bêkirin li mal da bimînin û dernekevin derve.
Cîgirê Wezîrê Tendirustiya Îranê vê yekê jî ragihand Tehran bûye navenda belavbûna şewba Koronayê û pêwîste rêkarên pêwîst ji bo rêgirîkirina belavbûna Korona ji bo bajarên din bê kirin.