Civak

Li Bakûrê Kurdistanê kesek bi Korona canê xwe ji destda

Li bajaroka Erxanî ya Diyarbekirê kesek ku bi gumana tûşbûna şewba Korona gihandibûn nexweşxaneyê canê xwe ji destda.

Li gor zanyariyan ew kes li roja çarşem 25.03.2020 gihandibûn nexweşxaneyê li bin çavdêriyê de bû. Berî encama pişkinînên nexweşê bigihînin Enqerê, heman roj bi şev li nexweşxaneyê canê xwe ji destdaye.

Li tirkye û Bakûrê Kurdistanê hejmara tûşbûn û can ji destdana şewba Korona hildikêşe û li gor amarên dawî heta niha li tirkiye 60 kes ji ber tûşbûna Korona canê xwe ji destdane û ewên ku hilgirê şewbêne hejmara wan gihîştiye 2.433 kesan û 26 kes jî baş bûne.

Back to top button