Cîhan

Li Humsê hovitiya mezin

Hêzên rejima Suriye li Bajarê Humsê komkujî kirin.Şevîdin şêva qendîlê, hêzên ewlehiya rejimê bi topan êrîşê bajarê Humusê kirin û li gora agahdariyan  217 kes hatin kuştin û zêdeyî 500 birînda hene.

Li gora agahdariyan xelk ji deverên tên bombebaran kirin direvin xwe tavêjin mizgeftan. Di vê derbarê de daxuyaniya yekem ji berdevkê komisyona herêmî Ebu Ebdullah hat. Ebu Ebdullah bi rêya telefone li gel kanala televizyona El Cezîrê axivî got:  Leşkerên rejimê devera Xalidiyê bombebaran dikin. Ez bangê welatên misilman dikim, hun hêviya çine? Li vê derê insan dimirin, Rusya çi ji me dixwaze. Yekitiya welatên Erebî hêviya çiye? NY heviya çîye? Mirovatî li kû derê maye.

Çelakvanek bi nave Halid Ebu Sabah jî di El Cezîrê re axivî û got: Îşev li Surî şeva herî bi xwîn e. Leşkera zêdeyî 300 top avetin taxa Xalidiyê. Tanka û topan xaniyan bombebaran dikin, zêdeyî 700 birîndar hene. Kesek arîkariya me nake, ji bo çi kesek dengê me seh nake. Heta kengê dê cîhan bê deng bimîne.

Herweha li gora agahdariya berpirsê rixistina mafê mirovan yê Suriye Rami Abdulrahman ji Londonê dide,  heta niha li taxa Xalidiyê 138 kes û nav bajarê Humsê bi xwe jî 79 kes hatine kuştin. 36 avahî bi tevî insane ku lê dijîn hatine hilweşandin.Di du mizgeftên ku bûyin armanca bombeyan de heta niha 100 cendekê insane hatine derêxistin.

Rojevakurd

Back to top button