Firokeyên Turkiye Kurdistan bombebaran kirin
Li gora rûniştvanên bajarê Amêdiyê radigihînin, firokeyên cengê yên Turkiye bihtirî 10 gundan li devera Nêrewe, Rêkan û Nihêlê li dewrûberê bajarokê Amêdiyê bombebaran kir, di heman demê de leşkerên Turkiye ev dever dan ber topan ev yek bû sedema metirsiyeke mezin li ser xelkê wê herêmê.
Mehmûd Taha kû hemwelatiyekî xelkê gundê Dêrelûkêye kû girêdayî bajarokê Amêdiyê ye, piştî topbaranê bo ajansa Peyamner ragihand: Çendîn firokeyên Turkiye esîmanê amêdiyê derbas kirin û piştî demeke kin gundên devera Nihêlanê topbaran kirin, piştî wê dûmanekî zor ji cihê bombbaranê bilind bû, tirseke mezin kete di dilê hemwelatiyan de.
Weha jî got kû, ziyaneke madî gihandiye hemwelatiyên navçeyê û taybet jî ziyan gihandiye bax û zeviyên gundiyan.
Ji aliyekî din ve, bêjedarê berpirs ji pasewanên sînorê li parêzgeha Duhokê nûçeya topbaranê piştrast kir, û got: Piştî nîvro çendîn gundên cûda cûda li dewrûberê bajarokê Amêdiyê ji aliyê firokeyên cengê yên artêşa Turkiya ve hatin bombebaran kirin û heta dû demjimêran ev topbaran her berdewam bû. Hîç ziyaneke canî çênebûye çûnkî ew gundane berî niha ji tirsa topbaranê hatibûn valekirin.
Eve nêzîkî 20 roje kû gundên devera Amêdiyê ne hatibûn topbaran kirin, lê îro careke din êrîşên firokeyên Turkiye hatine destpêkirin û ev bûye hokarê kû 118 gund li wê deverê bêne valekirin.
Rojevakurd