Kurdistaniyên li cîhanê li malê bimînin û parastî bin
Mixabin li hinek bajarên Rojava û Bakûr û Başûr rêjeyeke kêm jî be hinek xelkê me yê Kurd û kurdistanî ji malên xwe derdikevin.
Ji bo tendirustiya xwe û selametiya xwe divê hişyar bin û pabendî rênimayiyên tendirustiyê bin ku îro em hemû berpirsiyarê parastina xizm û nas û kesukar, hezkirên xwe û welatê xwe ne. Pêwîste li ser şewba Corona da yek deng bîn heta bikarîn serbikevîn.
Wezareta Tendirustiya Kurdistanê, birêvebiriyên tendirustiyên Bakûr û Rojavayê Kurdistanê li ser torên civakî çendîn care agahdarî belav dikin û xelkê me hişyar dikin. Her wiha helmetên belavkirina hişyarî û rênimayiyên tendirustiyê radigihînin, ku metirsiyên şewba Corona bê kêmkirin û serkeftin li ser şerê Corona da bê bidestxistin.
Ev helmetên hişyariyê berpirsiyariyeke bingehîne li ser milê hemû Kurd û Kurdistaniyeke. Hêviya selametî û tendirustiyekî baş ji bo hemû Kurdistanê û her çar perçeyên Kurdistanê û hemû Kurdên li cîhanê dixwazîn.
Ji kerema xwe berpirsiyariya xwe bi cîh bînin û li malên xwe bimînin û parastî bin.