Civak

Li Diyarbekir karmendên tenduristiyê nikarin xwe biparêzin

Li gora agahdariyên wezereta Tenduristiya Tirkiye heta niha li Tirkiye û bakurê Kurdistanê 98 kesan re vîrûsa Corona hatiye dîtin û kesek bi temen jî ji bo vê vîrûsê jiyana xwe ji dest daye. Hukumeta Tirkiye jî li gora xwe ji bo ev vîrûs belavnebe û xelk ji hevnegirin hinek biryar girtine.
Li Diyarbekirê serokê Odeya Bijîşka Mehmet Şerif Demir daxûyaniyek a xwe de dibêje ku, li Diyarbekirê ji bo parastina Corona pêdivîyên pêwist tuneye. Demir da xûyakirin ku tirsek mezin di nava hemwelatiyan de heye û divê tedbîrên pêwist bêne girtin.
Demir dibêje ku, li nexweşxaneyên Diyarbekirê de alafên ku mirov bikaribe testa Corona bike tuneye.Cil û bergên mirov xwe ji vîrûsê biparêze kêmin .Bi awayek din bijzişk nikare xwe biparêze. Bijîşkek rojane li 100 nexweşa kontrol dike. Mercên ku bijîşk tê de kar dikin bi salane gelekê nexweşe. Niha jî vûrus derketiye û rewş aloztir bûye.

Back to top button