Cîhan

Tirkiye 6 sale maaşê 35 hezar terorîstên li Suriye dide

Nivîskar Elizabeth Tsurkov li rojnameya NYR Daily bi serdêra (Ev şerwanên alîkariya tirkiye dikin kîne?) babeteke bi lîkolînî nivîsiye û behsa wê yekê dike ku tirkiye eve 6 sale maaşê 35 hezar terorîstan daye.

Her wiha Tsurkov dide zanîn ku zêdetirê wan ji Erebên Sunnî pêkhatine û gelek ji wan ji bo kar û barê dizîkirin û talankirinê beşdarî van gruban kirine.

Her wiha Elizabeth Tsurkov nivîsiye: Yek ji wan endamên Feylaq El Macd li gel kesek bi navê Mihemed axaftiye û dibêje ew milişiya wekî kerên ku li dûv xwediyê xwe dikevin, ew jî girêdayî biryarên serkirdeyên xwe ne, ew çi bibêjin em amade bikin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button