Nivîsar

Çima Apo neaxivî

Ji ber lez û beza rojevê, rûdanek girîng ji rojevê ket. Abdullah Ocalan bi birayê xwe re hevdîtinê red kir. Ya girîngtir jî rayedaran birayê wî dewetî hevdîtinê kiribûn.
Em hemû jî zanin k udi demen pir zor û dijwar de jî Apo ji daxuyanî dayînê natirse.

Nexwe çima piştî rakirina tecrîdê Apo bi birayê xwe re neaxivî? Eşkereye ku ne ji ber tirsa dewletê bi birayê xwe re neaxiviye.
Tê zanîn kus edem ne dewlete. Nexwe çiye?
Zana min de du sedem hene.
Ya yekem, tevî daxuyaniya beriya êrîşa Sîlwanê ya ‘ bisekinin, emê lihevkirinek mezin pêk bînin’, rêvebiriya PKKê guh neda wî û êrîş pêk anîn. Ji ber wê yeke jî niha baweriya bi rayedarên PKKê tune ye. Naxwaze dîsa bikeve rewşek wisa de ku weke rêbereke kes guh nade wî.
Sedema duyemîn jî; naxwaze ji aliyê rêxistina xwe bikeve çepe rastekî de.

Rêvebiriya PKK tevî daxuyaniyên Ocalan , beriya êrîşa Sîlwanê, şer gij kir. Tevî hişyariya Apo ya ‘hewceyê serhildana şoreşheriya gel tune ye’zen kir ku wê serhildaneka gel derêxe û dest bi kar kir.

Encam li gor planên rêvebiriya PKKê nebû, tevgera gel destpê nekir. PKK pir endam winda kir.
Niha rêvebiriya PKKê dibêje ‘heke Apo ji me re bêje bisekinin, emê bisekinin, ji bo seknandina şer, telîmata Apo lazime.
Di heyama li ser maseyê mizakereyê de ku ji niha bihêztir bûn, guh nedan fermana Apo û niha dixwazin berpirsiyariya seknandina şer deynin ser milê Apo.
Li gor dîtina min, Apo berpirsiyariyek wisa naxwaze. Li gor şîroveya min wateya bêdengiya wî ‘madem we guh neda min û we şer da destpê kirin, çewa we da destpê kirin, wisa jî bidin seknandin’ e.

    Çima Apo şerekê ku ne ewî daye destpê kirin, dê bide seknandin û berpirsiyariya  ‘ Apo şer da seknandin, heke neda seknandin rewşa me wê çêtir bûya’ bigire ser xwe?
Bi vê helwesta xwe Apo aciziya xwe ya digota ‘herdu al jî min bikartînin’ tîne ziman û naxwze dîsa bikeve rewşek wisa û dibêje an hûnê guh bidin hemû fermanên min an jî ez tu fermana nadim. Hilbet gotina tiştek teqez zor e, av texmînên minin, belkî sedemên din jî hene. Lê heke ez rast dibinin û rast şîrove dikim, heke rêvebiriya PKKê guh nede Apo, êdî Apo tu ferman nade.

 İzin nade ku rêxistin wî bixe rewşa rêbereke ku tu kes guh nade. Li gor dîtina min, ji rêvebiriya PKKê re peyama Apo zelel e. An hûnê guh bidin min, an jî hûnê vê gengeşî, şerê ku we daye destpê kirin safî bikin. Neserketina xwe, nexin stuyê min de.

Tevî hêrsa gelek kurd û Tirkan, li gor min ji bo aşitiyek, hêja hewcetiya Apo heye. Bi wî re qebîliyeta şer kirin û pêk anîna aştiyê heye, lê ji bo vê rêxistinek guhdar jê re lazim e.
Kurdan bi taybet jî PKK naxwazin li ber raya Tirkan guft û go bikin. Di vê mijarê de helwesteka PKKê ya ‘TC Dewletî’ heye. Çewa dewlet xeletiyên xwe qebûl nake, PKK jî xeletiyên xwe qebûl nake.

Lê heke xeletiyek hebe, lazime PKK û Kurd vê yeke di nav xwe de guft û go bikin.
 Ne wisa be, xilasbûna ji perentêza dewletekê û rêxistineke ku xeletiyên xwe qebûl nakin  ne mimkune.
Apo peyamek dide. Li gor min mixatabê vê peyamê rêvebiriya PKKê ye. Heke ne wisa be, divê PKK daxuyaniyek bide ku di heyama dewletê jê re got ‘tu dikarî biaxivî’ ne axivî.

 

Ahmet Altan

Taraf/xeberenkurdi

Back to top button