Erdogan:Gotinên Malikî qirêjin
Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyib Erdogan careke din bersiva daxuyaniyên serokwezîrê Îraqê Nurî Malkî ku gotibû; Tirkye mayê xwe di karûbarên navxweyî yên Îraqê de dike, da û got ku eger Malikî li Îraqê şerekî mezhebî dirust bike, hîngê bi tu awayî Tirkiye bêdeng namîne:
– Em bi tu awayî terefdariya tu netewe û mezheban li Îraqê nakin. Bi tenê em dixwazin li deverê îstiqrar û aramî hebe. Gotinên Malikî gelek kirêt in, divê Malikî wê yekê baş bizane ku eger ew şerê mezhebî dirust bike, hîng ê Tirkiye bêdeng namîne.
Erdogan di daxuyaniya xwe de hişdarî da serokwezîrê Îraqê û got:
– Pêwîste Malikê agadarî gotinên xwe be û dest ji cudahiyên mezhebî berde.
Serokwezîrê Tirkiyeyê got ku Nurî Malikî tankan dişîne pêşiya deriyên wezîrên hikûmeta xwe:
– Ev yek çawa dibe? Hîngê kes nabêje Malikî serokwezîrekî adil e û desthilatdariyeke dadperwerane birêve dibe. Li ber deriyê cîgirê serokomar û wezîran tang rawestane, ev yek çawa dibe? Lê mixabin, hikûmeta Îraqê vî karî dike. Yên ku li Îraqê bibine sedemên dirustbûna şerekî mezhebî, ew dîrokeke reş ji xwe re çê dikin.