Polîtîk

Efrîn xwe ji bo xwepêşandaneke berfireh amade dike

Endamê sekreteriya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) diyar kir ku ew amadekariyê dikin ku roja înê li bajarê Efrînê bakur-rojavayê Sûriyê, xwepêşandaneke mezin saz bikin.

Endamê Koma Ciwanên Şoreşê Mihemed Emîn Şêxo ji AKnewsê re got:

Ji zû de em hewl didin bajarê Efrînê vegerînin nav xebat û lebata şoreşa Sûriyê, lê niha rewş bêtir amade bû ku xwepêşandaneke berfireh li navenda bajarê Efrînê li dar bixînin.

Şêxo diyar kir ji ber taybetmendiya surişta bajarê Efrînê ku ji sedî 90 ji xaka wê darên zêtûnê ne û ew jêdera serekî di abora gel de, xelk mijûlî danheva berê zeytûnan bû û got:

Her sal, karkerên ereb ji herêmên ku niha şoreş tê de gur e dihatin Efrînê, lê îsal ew bar di stûyê xelkê de ma û pê mijûl bûn, zêdebarî hinek sedemên din, hişt ku hinek sarbûn li herêma me çê bibe.

Ji aliyê cografîk ve, 3 herêmên kurdên Sûriyê hene, Cizîr, Kobanê û Efrîn. Herêma Efrînê ku di nav kurdan bi Kurdaxê tê nasîn, beşekî cihê ye ji herêmên din, lê piraniya daniştiyên wê kurd in ji bilî hinek erebên ku ji aliyê rejîma Baasê ve li hinek gundên kurdan hatin bicihkirin.

Her berê jî, çend caran ciwanên Kurdaxê rabûn ser pêyan û xwepêşandan li dar xistin û gelek kes hatin girtin, lê ji ber piştguhkirina dezgehên ragihandinê ji wan xwepêşandan re, dengê wan belav nebû.

Ji aliyekî dî ve, Ehmed Şewqî endamê sekreteriya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji AKnewsê re got:

Hemû partiyên encûmenê dê beşdariyê di vê xwepêşandanê de bikin, ji niha ve me odeyên kar û operasyonan çê kirine.

Di  26ê cotmeha 2011ê de, bi beşdarbûna kesayetiyên serbixwe û nûnerên 10 partiyan û hinek ciwanên çalak, kongreyek saz kirin. Di encama Kongreyê de Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê hat damezrandin.

Şewqî ji bo serkeftina plana vê xwepêşandanê got:

Em bi hêvî ne, ragihandina kurdî piştgiriya me bike, ji ber ku rola serekî di şoreşa Sûriyê de a dezgehên ragihandinê ye, ji bo dengê me bigihe her kesî û her kurdek bi banga me were.

Tê zanîn maweya 11 mehan e, xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê dest pê kiriye û gelê kurd jî di nav de. Her ku diçe rêjeya beşdariya kurdan di xwepêşandanan de firehtir dibe.

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka xwepêşandanên dijî rejîma Esed de, di 15ê adara 2011ê ta niha bêtirî 6 hezar û 500 kes li ser destên hêzên Sûriyê û alîgirên Beşar Esed hatine kuştin û bi deh hezaran girtî û koçbar bûne.

Back to top button