Cîhan
Trump bi sê gumanlêkiriyên tûşbûyê Coronayê geşt kiriye
Koşka Spî çavdêriyeke hûr ya tendirustiyê li Donald Trump Serokê Amerika dike ji ber ku li gel sê Kongresmenan li nava heman balafirê da geşt kiriye ku guman li wan hatiye kirin ku hilgirê virusa Corona bin.
Dilgiraniyeke mezin li nava berpirsên tendirustiya Koşka Spî da peyda bûye, ji ber sê kongresmenên li gel Trump li nava balafirê de geşt kirine tûşbûyê Corona bûn.
Gumana herî mezin jî eweye ku Kongresmenê gumanlêkirî yê bi navê Doug Collins destê Donald Trump girtiye û silavan li hev kirine.