Penaberek 100 dolarê xwe li Kurdistanê kir nîv milyon dolar
Li Dihokê çîroka dewlemendbûna penaberekî Rojavayê Kurdistanê
Penaberekî Rojavayê Kurdistanê dev ji jiyana wargehê berdaye û dest bi karkirinê kiriye û kariye ji bilî wê yekê ku xwe dewlemend bike, hela kar ji bo penaberên din jî peyda bike.
Her yek ji wan penaberên ku ji Rojavayê Kurdistanê hatin û çend saleke Herêma Kurdistanê nîşitecihin çîrokekî xwe heye, Ebu Lorens berî 8 salan hatiye Başûrê Kurdistanê û wê demê li wargeha Domîz nîştecîh bûye tenê 100 dolar li berîka wî de hebûye lê belê niha xwediyê 3 çapxane û xwaringeheke, wekî ku ew dibêje niha sermayeya wî 450 hezar dolare.
Ebu Lorens dibêje: Ji bilî wê yekê ku bûne xwedî kar hela kar ji bo penaberên din jî dabînkiriye. Her wiha li geşkirina aboriya Herêma Kurdistanê de beşdarbûne. Heta niha zêdetirê 300 penaber li wargeha Domîz bûne xwedî proje.