Civak

Jinên biyanî çima hez ji cilên Kurdî dikin?

Her çende cilûbergên Kurdî wekî beşek ji kultur û kevneşopiyên gelê Kurde û zêdetir Kurd li ber dikin, lê li van salên dawî de, ji aliyê biyaniyan ve daxwazeke zêde li ser cilûbergên Kurdî yên jinan heye.

Ji bo çi jinên biyanî jî hez ji cilên Kurdî dikin? Me vê pirsiyarê ji Kurdê Ehmed dirûtingeheke cilûbergên Kurdî yê jinan kir û ew dibêje min gelek cil ji jinên Britanî, Fransî, Korî û Ereban re cilûbergên Kurdî dirûtine. Taybetmendiyeke wê ewe ku qelewî û kêşa zêdeya jinan vedişêre û her wiha jinan xweşiktir û ciwantir nîşan dide.

Kurdê Ehmed dibêje: Helbete ne tenê ji ber qelewiyê, ji ber ku rengên cilûbergên jinan zindî û germe, balkêşiya wê li ser zêdetir dibe. Bi taybetî li civîn û dawetan de jin zêdetir hez dikin li ber xwe bikin. Ji ber ku balkêşiya wê zêdetire û jin jî hez ji balkêşiyê dikin.

Her wiha berdewamiyê de Kurdê Ehmed dibêje: Jinên biyanî jî van taybetmediyan dibînin û dema li ber xwe dikin, dibînin ku bejn û bala wan jî dirêjtir û kubartir û xweşiktir xûya dike, balkêşiya wê û rengên wê yên zindî û germ û wiha dike jinên biyanî hez û daxwaza wan li ser cilûbergên Kurdî hebe.

Back to top button