Cîhan
Trump maaşê xwe ji bo rûbirûbûna Corona dibexşê
Sekretera Rojnamevaniya Koşka Spî ragihandiye Serokê Amerîka maaş û mûçeya xwe ji bo rûbirûbûna virusa Corona dibexşê.
Stephanie Grisham Sekretera Rojnamevaniya Koşka Spî li twiterê de ragihandiye “Donald Trump Serokê Amerîka pabende bi bexşîna mûçeya xwe û ji bo rêzgirtina wê sozê û zêdetir parastina gelê Amerîka mûçeya sê heyvî ya dawiya sala 2019 dibexşê Wezareta Tendirustiyê ji bo palpiştîkirina hewlên wan yên li rûbirûbûn û berevanîkirina virusa Corona”.
Li gor wê çeka bankî ya ku Sekretera Giştî ya Rojnamevaniya Koşka Spî belav kiriye “Sed hezar dolar” ji aliyê Trump ve hatiye bexşîn.