Polîtîk

Kerkûkî: Divê Tirkiye encamên lêkolînê eşkere bike

Serokê parlamentoya Kurdistanê peyameke sersaxiyê pêşkeşî malbatên qurbaniyên karesata Şirnexê ku di encamê êrîşeke balefirên şerî yên leşkerê Tirkiyeyê de 35 kurdên sivîl û bêdesthilatê xelkê gundên Bêjî û Roboskê ser bi Şirnexê ve bûn qurnabî, dike.

Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê di peyama xwe diblje:

Bi xem, kovan û dilgirabniyeke mezin ve me nûçeya êrîşa spêdeya roja 29.12.2011ê ya balefirên şerî yên Tirkiyeyê bo ser hevwelatiyên her du  gundên Bêjî û Roboskê ser r bi wîlayeta Şirnexê ve bihîst.  Di encamê wê êrîşê de 35 hevwelatiyên medenî yên kurd bûne qurbanî ku hindek ji wan di bin jiyê 18saliyê de ne û piraniya wan jî mervên hevin û ji yek malbatê ne, hijmareke jî birînda û bê şûnwar in.

Serokê parlamnetoyê bi vê minasebeta xemgîn sersaxiyê li yek bi yek malbatên qurbaniyan dike û hêviya çakbûnê jib o birîndara dike û dibêje:

Di heman demê de vê kiryara leşkerî ku bûye sedemê vê komkujiyê bi kiryareke neqebûlkirî û bê hêcet û bi karesat dizainîn, bi rastî jî karesat e. Xelkî bi kom bikujî bêy ku tu tawan kiribin, bêy tu hêcetên qanûnî hebin, ji ber hindê em wê şermezar û mehkum dikin. Em hêvîdarin ku hikûmeta Tirkiyeyê zû lêpirsînê dest pê bike û encamên lêkolînê jî eşkere bike.

Kemal Kerkûkî di peyama xwe de tekîdê li ser rêyên aşitî û danûstandinê deke û dibêj:

Bi vê xwîrijtinê careke din îspat bû ku bi rêyên leşkerî, şidetê û heyfhilandinê, ji har aliyekî be bila bibe,  tu pirsgirêk çareser nabin. Ji bilî karesat,  malwêraniyê, têkdana jiyana bi biratî û pêkvejiyana navbera tirk û kurdan û xelkê medenî, alozkirina giriftariyan û çêkirina kaosê li herêmê  tu berhemekî din nebûye û nabe. Li ser vî esasî vegeriyan bo diyalog, aşitî û demokrasiyê, bêdengkirina çekan, rawestandina operasiyon û êrîşan bi rêya herî baş ji bo çareserkirina pirsa kurdî û pêşxistina pirosesa vebûna demikrasîk li Tirkiyeyê dizanîn.

Back to top button