Polîtîk

KOMJIN komcivîna xwe ya adetî a 14. pêk anî

Yekîtiya Jinên Kurdistan-KOMJIN, di 17-18.12.2011´an da komcivîna xwe ya adetî ya 14. pêk anî. Nûnerên KOMJINê yên bajarên Elmanyayê; Leer, Dortmund, Hamburg, Berlin, Bremen, Duisburg û Wuppertalê beşdarî komcivînê bûn. Ji xeynî nûneran, ji Swîsre û Holandayê jî rêxistinên jinan yên hevkar wek çavdêr beşdarî komcivînê bûn û pişgirî dane KOMJINê.

Piştî hilbijartina dîwanê, beşdar ji bo rêzgirtina şehîdan deqekê bêdeng man. Di roja yekemîn, nûner li ser kar û xebatên xwe bi kurtî agahdarî dan. Piştî agahdariyan rapora kar û xebatan û ya aboriyê hat pêşkêş kirin û li ser raporan nûner nêrînên xwe anîn ziman. Her weha rapora aboriyê hat kontrol kirin û rapor û birêvebiriya giştî bi yekdengî hatin erê kirin. 

Roja duwemîn ya komcivînê de birêvebiriya giştî ya nû bi yekdengî hat hilbijartin. Ji bo birêvebiriyê, ji Dortmundê 2, ji Duisburgê 1 û ji Wuppertalê jî 4, bi giştî 7 nûner hatin hilbijartin. Ji bilî birêvebiriyê, Lijneya Koordînasyonê jî hat hilbijartin û ji her herêmê kesek di lijneyê da cîh girt. Her weha 3 kes jî ji bo Lijneya Rûmetê hatin hilbijartin. Piştî hilbijartinan peyamên ku hatibûn şandin, hatin xwendin.

Nûnerên ku beşdarê komcivînê bûbûn, bi giştî di axaftinên xwe da dan zanîn, ku KOMJIN di pêvajoyeke giring derbas dibe û di vê pêvajoyê da divê herkes hin berpirsiyartir tevbigere. Nûner her weha eşkere kirin, ku çi erkên ku dikeve ser milên wan, wê bi dilxweşî bînin cîh. Her weha hat pesend kirin, ku birêvebiriya giştî di bernama xwe ya nû de divê giringî bide kar û xebatên rêxistinî û cihên ku şaxên KOMJINê tune şax bên pêk anîn, cihên ku şax hene dive nûnerên wan bê zêdekirin.

Nûner her weha dan zanîn, ku kêmasî hene, divê van kêmasî bên tespît kirin, lê belê divê kes bê hêvî nebe û ji bo ji hole rakirina wan kêmasiyan divê herkes hewl bide.
Di axaftina dawî ya komcivînê da, navên jinên ku KOMJINê anîne vê rojê yek bi yek hatin xwendin û spas li wan hat kirin. Nûnerên ku di vê pêvajoya hesas de di birêvebiriya da cîh girtin hatin pîroz kirin û nûner bi giştî serketina wan daxwaz kirin.

Nûner, piştî komcîvîneke bi coş û bi ber, bi serbilindî ber bi cî û warên xwe bi rê ketin.

Biryarên Komcivîna 14. ya KOMJINê

•    Komcivîna KOMJINê ya 14. helwestên be mirovî ku li ser nave “kuştinên namûsê” li hember jinan tê kirin bi tundî şermezar dike. Banga parastina jinên ku bi van kiryaran rû bi rû dibin dike. Her weha daxwaza leztir ya guherandina qanûnên ku desthilatdariya mêran diparêzin û bi taybetî jî xalên Makzagona Komara Tirkiyê yên ku cudayetiya cinsî diparêzin û wan teşwîq dikin, dike. Her weha pît dike ku makzagona nû ku wê bê amade kirin da ev daxwaz divê bên bi cîh anîn û KOMJIN pişgirî dide kar û xebatên di vî warî da.

•    Komcivîna KOMJINê ya 14. dide zanîn, ku bûyerên mehên dawîn yên çekdarî ên Kurdistana Bakûr, alozî derdixe pêşiya çareseriya pirsa Kurd ya bi riya demokratîk û aşitiyane û daxwaza xwe ya çek danina PKK ya bê şert û merc û sekinandina operasyonên leşkeri ya dewleta Tirk dubare dike. Jin pişgir û alîgirên giringtirîn yên aşitiyê ne. Ji ber vê yekê komcivîn bang li jinan dike, ku hêviya xwe tu car wenda nekin û hewldanên xwe yên bo aşitiyê pîttir bikin, da ku armanc û daxwazên şerxwaz bi ser nekeve.  

•     Komcivîna KOMJINê ya 14. pêngavên demokratik yên serdemên dawiyê yên ku li Tunus, Yêmen, Urdun, Lîbya û hin welatên Afrîqa Bakûr û Rojhilata Navîn pêk tên û wek „Bihara Ereban“ tên bi nav kirin balkêş dibîne û li biryara hevgirtin û tevxebata hêzên Kurdistana Sûriyê silav dike. Komcivîn pişgirî dide têkoşîna netewî û demokratîk ya gelê Kurd yê Başûrê Rojava û  ji bo ku guherînên li Sûriyê yên pêşerojê de fêde bigre, divê hêzên Kurdistana Sûriyê hewldanên xwe yên yekitî û têkoşîna li gor şert û mercên herêmê û navnetewî xurttir bikin û alîkarî û pişgiriya xwe ya ji bo têkoşîna Kurdistana Sûriyê careke din eşkere dike.

•    Komcivina KOMJINê ya 14., êrîşên li ser kargeh û dezgehên çandî yên welatiyên Êzidî û Xaçparêz yên li Herêma Behdînan, ku di despêka meha 12. da pêk hat û şik tune ku destê xêrnexwazên derveyî Kurdistanê tê da ne, şermezar dike û pişgirî dide însiyatifa Serokatiya Herêma Kurdistanê a di vî warî da, daxwaza eşkere û ceza kirina berpirsiyaran dike. Ji bo pêvajoya bihevrejiyana dîrokî ya komên etnîkî û olî yên Kurdistana Başûr bê bihêztir û kûrtir kirin, komcivîn bang li Serokatî û Hukumeta Herêma Kurdistanê, her weha partiyên siyasî û dezgehên sivîl yên vê parçeyê welatê me dike ku berpirsiyariyên xwe bînin cîh û divê bi hev re hewl bidin. 

 •    Komcivîna KOMJINê ya 14. biryarên li ser daxwazên jinên Kurdistanî yên li diyasporayê ên bo nasnamên wan yên etnîkî û cînsi ji dest wan hatine girtin û ji bo bi destxistina wan daxwazan, ku di komcivînên xwe yên berê de girtibû careke din pît dike û banga têkoşîna hevbeş li jinan dike.

Back to top button