Piştî serokatiya hikûmetê karê nû yê Berhem Salih çi dibe
Biryare div ê mehê de Partiya Demokrata Kurdistanê PDK) hikûmetê ji Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) werbigire û kabîneya heftemîn ya hikûmeta herêma Kurdistanê pêkbîne û Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê berî çend rojekan di daxuyaniyekê de got ku wî biryara xwe daye û ew daxaza dirîjkirina dema kabîneya xwe nake û kabîneya wî tije bû ji pirsgirêkan.
Ya ku nuha di nav cemawerê Kurdistanê de cîyê pirsiyarê ye ewe ka dê piştî serokatiya hikûmetê karê nû yê Berhem Salih çibe, bi taybetî ku Berhem Salih ji partiya xwe YNK dilgiran e ji ber ku di dema ew serok hikûmetê hindek berprisên nav YNK ji kabîneya Berhem Salih re astengî çêdikirin.
Li gor hindek çavkaniyên nêzîkî Berhem Salih, piştî ew dest ji serokatiya hikûmerê berdide, dê saziyeke mezin a mediyayê ava bike, bi taybetê eger Berhem Salih biwaze partiyekê ava bike dê pêwîstî bi piştgirya saziyeke mediyayî hebe. Gelek ji çavdêrên siyasî dibêjin ku ew senariyo dubarekirina tecrûbeya kompaniya Wşe ye ku dema Newşêrwan Mistefa ji YNK veqetiyaî ava kir.
Hinderk jêderên din didin xuya kiirn ku Berhem Salih dê lîsteyeke serbixwe pêkbîne û dê beşdariyê di hilbijartinên civatên wîlayetên herêma Kurdistanê ku biryare di mehsa îlona îsal de pêkbîn, bike. Û eger Salih di vê pêngava xwe de biserket, dê partiyeke nû îlan bike û weke partiyeke opozisyên dervey hikmûmetê bixebite û ji bo pêkanîna opozisyoneke xurt dê hevpeymaniyê digel Tevgera Goran bike.
Berhem Salih gihiştiye wê qenaetê ku berprisên leşkerî dest bi ser YNKê de girtiye û mentalîteya leşkerî di nav YNKê de baladeste, û di nav YNK a piştî Celal Talebanî de cîyê kadiroyekî medenî yê wek Berhem Salih nabe.
Li gor hindeke çavkaniyan kadiroyên ware ragehandin û mediyayê û berprisên medenî yên di nav YNK de nêzîkî Berhem Salih in, ji ber hidnê eger Salih partiyeke siyasî ava bike dê ew bi wî re kar bikin û avakirina partiyel siyasî di berjewendiya Berhem Salih de ye û sedemên pêkanîna wê gelek in.
Lê hindek berprisên nav YNKê avakirina lîsteyeke serbixwe ji aliyê Berhem Salih ve weke tehdîd bi nav dikin û dibêjin ku avakirina partiyeke siyasî ji aliyê Salih ve karekî giran e. beşek din ji berprisên YNKê di wê baweriyê de ne ku Berhem Salih tecrûbeya kompaniya Wşe a Newşêrwan Mistefa dubare nake.
Arêz Ebdula endamê serokatiya YNKê dibêje:
– Berhem Salih cîgirê sekreterê YNK e û dê her digel YNKê bimîne. Berhem Salih li ser astê Kurdistan, îraqê û herêmê kesatiyeê naskiriye, eger serokê hikûmetê jî nebe, dê yek ji kasatiyên bi tesîr be di meydana siyasya Kurdistanê de.
– Berhem Salih tecrûbeya kompaniya Wşe dubare nake.
Rojnamevan Rêbwar Welîkerîm dibêje:
– Berhem Salih beriya bibe serokê hikûmetê jî saziyeke mediyayî a serbixwe hebû lê nuha ew behsa pirojeyekî mediyayê yê mezintir dike. Lê jiber ku beriya nuha Newşêrwan Mistefa dema ji YNK veqetiya kompaniya ragehandinê ava kir, îhtîmala herî mezin ewe ku Berhem Salih lîsteyeke serbixwe ava bike, lê ez ne di wê baweriyê de me ku ew cemawerê Goran karî li xwe kom bike, Salih jî bikare cemawerekî wesa bidest bixe.
Heme Tewfîq Rehîm berprisê têkeliyên derve yê Tevgera Goranê got:
– Heta nuha Berhem Salih di nav YNKê de maye û me weke Goran tu minaqeşe li ser pirsa çarenivîsê Berhem Salih nekirye. Me weke Goran arîşe digel tu kesan nîna û karkirina me digel her kesekî/ê be dê li ser esasê pirojeyê reforman û berjewendiyên xelkê Kurdistanê be.
Piraniya çavdêrên siyasî li ser wê yekê hevfikirin ku piştî ku Berhem Salih serokatiya hikûmetê teslîmî PDK dike ew di nav YNKê de namîne, ji ber ku ew ji aliyê mihafizkaran û berprisên leşkerî yên di nav YNKê de nehez kiriye.
Rojevakurd/livîn